Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Ilonê aşkere kiriye.
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) di meha Ilonê de herî kêm 157 karker di dema karî de mirin e. Her weha di neh mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm hezar û 359 karker di dema karî de mirine.
Bi aşkerekirina daneyên meha Tebaxê ve ji serê salê heta niha herî kêm hezar û 202 karker di dema karî de mirine.
Di Kanûna Paşiyê de 120, Sibat 109, Adarê de 122, Nîsan 129, Gulan 176, di Hezîranê de 189, di Tîrmehê de 171 û di Tebaxê de 186 karker di dema karî de mirine.
Ji sedî 97,14ê karkeran endamê sendîkayê nebûne
Ji karkerên ku di neh mehên destpêkê yên salê de mirine jê 1173 bi maeş(karker-fermanber) bûne, 186 jî cotkar û esnaf bûne. Ji sedî 86ê wan bi maeş bûne û ji sedî 14ê wan jî cotkar û esnaf bûne.
Ji karkerên ku mirine jê tene 39(sedî 2,86) kes serbi sendîkayê bûne, jê 1320(ji sedî 97,14) jî endamên sendîkayê nebûne.
Ji karkerên ku mirine jê 21 zarok bûne
Di vê qonaxê de ji karkerên ku mirine jê 86 jin, 1273 kes jî mêr bûne. Di neh mehên destpêkê yên salê de temenê karkerên ku mirine weha ye:
o 31 karker di navbera 15-17,
o 21 karker ji 14 û berjirtir,
o 212 karker di navbera 18-27
o 659 karker di navbera 28-50,
o 280 karker di navbera 51-64,
o 80 karker 65 û berjortir bûye.
o Temenê 76 karkeran nehatiye zanîn.
Ji karkerên ku mirine jê 75 koçber/penaber bûne
Ji 1359 karkerên ku mirine jê 75 karker penaber/koçber bûne. 33 karker sûriyeyî ; 16 karker afganîstanî; 4 karker ozbekistanî; 6 karker turkmenistanî, 3 Îranî, 3 rûsyayî;, karkerek azerbaycanî, belarûsî, endonezyayî, Iraqî, kuweytî, nîjeryayî, pakistanî, sirbîstanî, ûkraynayî û karkerek jî yewnanîstanî bûye.
Her weha karker herî zêde di sektora daristan û çandiniyê de mirine.(HA/AY)