Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) daneyên meha Gulana 2023yan ên derbarê mirina karkeran de aşkere kiriye.
Li gorî van daneyan, di meha Gulanê de bi kêmanî 145 karker, di dema karkirinê de mirine. Di her pênc mehên destpêkê yên sala 2023yan de 730 karker mirine.
Di meha Kanûna Paşiyê de 120, di Sibatê de 213, di Adarê de 130, di Nîsanê de 122 û di Gulanê de 145 karker mirine.
Herweha Karker herî zêde di beşa avahîsazî û çêkirina rê de mirine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku heta niha 110 karkerên li herêma erdhejê di dema kar de yan jî di dema perwerde-bername-wezîfedarkirinê de can dane.
11 karkerên zarok mirine
Temenên karkerên ku di pênc mehên pêşiyê de mirine:
o 14 û kêmtir 4 zarok,
o Yên temenên wan di navbera 15-17yan de 7 zarok/ciwan,
o Yên temenên wan di navbera 18-27an de 153,
o Yên temenên wan di navbera 28-50an de 314,
o Yên temenên wan di navbera 51-64an de 156,
o 65 û berjortir 36,
o Temenên 60 karkeran nehatiye diyarkirin.
(HA/AY)