Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) bîlançoya mirinên di dema karkirinê de ên meha Çiriya Pêşiyê aşkere kir. Li raporê di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm 150 karker di dema karkirinê de mirine.
Li gorî rapora ISIGê di 10 mehên despêkê yên sala 2023an de her kêm 1634 karker mirine.
Di meha Kanûna Paşiyê de 116, di meha Sibatê de 266, di meha Adarê de 130, di meha Nîsanê de 125, di meha Gulanê de 146, di meha Hezîranê de 161, di meha Tîrmehê de 183, di meha Tebaxê de 205 û di meha Îlonê de 152 karker mirin.
Ji kesên ku di meha Çiriya Pêşiyê de di dema karkirinê de mirine 3 jê zarok in.
Karkerek ku di meha Çiriya Pêşiyê de can daye, temenê wî ji 14an biçûktir bû. Temenên 2 karkerên zarok/ciwan di navbera 14-17an de bû. Temenên 28 karkeran di navbera 18 û 29an, yên 67yan di navbera 30-49an, yên 32an di navbera 50-64an, yên 8an jî 65 û berjir bû. Temenên 12 karkeran nehatine zanîn.
Her weha ji karkerên ku di meha Çiriya Pêşiyê de mirine jê 3 sûriyeyî, 2 afganî û yek jî turkmenistanî bû.
Di dema desthilata AKPê de kêmanî 32 hezar û 180 karker mirin
Li gorî daneyên Meclîsa ISIGê ji 3ê Çiriya Paşiya 2002an ve ku roja AKPê bûye desthilat heta niha hêrî kêm 32 hezar û 180 karker di dema karkirinê de mirin.
Di sala 2013an de 1235, di sala 2014an de 1886, di sala 2015an de 1730, di sala 2016an de 1970, di sala 2017an de 2006, di sala 2018an de 1923, di sala 2019an de 1736, di sala 2020ê de 2427, di sala 2021an de 2170, di sala 2022an de 1843 karker di dema karkirinê de mirine.
(HA/AY)