Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) bîlançoya mirinên di dema karkirinê de ên meha Kanûna Paşiyê aşkere kir.
Li gorî raporê di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 158 karker di dema karkirinê de mirine, ji wan 7 zarok bûne.
Li gorî daneyên raporê di meha Çiriya Paşiyê de her roj hêrî kêm 5 karker di dema karkirinê de mirine.
3 karkerên ku di meha Kanûna Paşiyê de can dane, temenê wan di navbera 14 û berjêrtir bûne. Temenên 4 zarokan di navbera 15-17an, yên 32 karkeran di navbera 18 û 29an, yên 62an di navbera 30-49an, yên 43an di navbera 50-64an, yên 5an jî 65 û berjir bû. Temenên 9 karkeran nehatine zanîn.
Di sala 2023yan de bi kêmanî hezar û 932 karker mirin
ISIGê diyar kir ku piraniya mirinên karkeran di beşa avahîsazî û çêkirina rêyan de pêk hatiye. Di vê beşê de 45 karker di dema karkirinê de mirine.
Her weha li avahîsaziyên herêmên erdhejê jî 17 karker di dema karkirinê de mirine.
(HA/AY)