Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora xwe ya meha Îlona 2026an aşkere kir.
Li gorî rapora İSİG di meha Îlonê de herî kêm 226 karker di dema karkirinê de mirin e.
Bi vî awayî di neh mehên destpêkê yên sala 2026an de herî kêm 1736 karker di dema karkirinê de mirin e.
Her weha di meha Kanûna Paşîn de 155, di Sibatê de 129, di Adarê de 151, di Nîsanê de jî 190, di meha Gulanê de 214, di Hezîranê de 228, di Tîrmehê de 216 û di Tebaxê de 227 karker di dema karî de mirin e.
21 jin û 14 koçber bûn
Ji karkerên ku mirine jê 79 di sektora pîşesaziyê de, 54 di sektora avahîsaziyê de, 45 di çandiniyê de, û 48 jî di sektora xizmetguzariyê de dixebitîn.
Tenê 7 ji wan endamên sendîkayekê bûn. 219 karker endamê tu sendîkayan nebûn.
Her weha ji karkerên ku di dema karî de mirine jê 21 jin û 14 jî koçber bûn. Karkerên koçber ji Sûriye, Azerbaycan, Turkmenistan, Bulgaristan, Iraq, Rûsya û Ûkraynayê hatibûn.
Di neh mehan de 66 karkerên zarok mirine
Li gorî raporê ji 226 karkerên di vê mehê de mirine jê 8 zarok in. Ji wan 5 zarok temenê wan di bin 14î de bû û sê jî di navbera 15 û 17an de bûn.
Mirina sê zarokan di sektora çandiniyê de û yên din jî di sektorên xurek, tekstîl, metal û avahîsaziyê de pêk hat.
Di neh mehên destpêkê ên sala 2026an de 66 zarok di dema karkirinê de mirine.
(HA/AY)
