Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) bîlançoya mirinên di dema karkirinê de ên meha Cotmehê aşkere kir.
Li gorî rapora Meclîsê di meha Cotmehê de herî kêm 164 karker mirine. Di deh mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm 1540 karker mirine.
Her weha di meha Kanûna Paşiyê de 161, di meha Sibatê de 149, di meha Adarê de 124, di meha Nîsanê de 165, di meha Gulanê de 142, di meha Hezîranê de 138, di Tîrmehê de 148, di Tebaxê de 192, di Îlonê de 157 û di Cotmehê 164 karker di dema karî de mirine.
Ji karkerên ku di meha Cotmehê de mirine jê 11 jin û 153 jî mêr in. Ji wan 49 di beşa avahîsaziyê de, 46 di pîşesaziyê de, 39 di beşa xizmetê de û 30 jî di beşa çandiniyê de dixebitîn.
Di Cotmehê de du karkerên zarok yên di dema karî de mirine temenê wan di bin 14 salî de bû. 2 karkerên ciwan/zarok ku di meha Tebaxê de can dane, temenê wan di navbera 15-17an de bû, yên 9 karkeran jî ji 65 û berjortir bû.
Di 10 mehên destpêkê yên sala 2024an de 61 karkerên zarok mirine.
Di vê mehê de hejmara mirinên karkerên koçber zêde bûne. Di vê mehê de 18 karkerên koçber (10 Sûriyeyî, 3 Efxanî, 2 Tirkmenistanî, 1 Çînî, 1 Iraqî, 1 Îranî) mirine.
(HA/AY)