Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) di pênc mehên destpêkê yên sala 2022an de kesên ku di dema karî de mirine jê 563 bi maeş(karker û fermanber) bûne û 83 kes jî cotkar û esnaf bûne.
Di pênc mehên destpêkê de ji kesên ku di dema karî de mirine jê 23(ji sedî 3,56) endamên sendîkayê bûne, 623 kes jî(ji sedî 96,44) endamên sendîkayê nebûne. Karkerên sendîkayî di beşên karî yên weke metal, kîmya, tenduristî, kanza, veguhestin, enerjî, ewlekarî û şaredariyê de dixebitîn.
Ji karkerên ku di dema karî de mirine jê 43 jin û 603 jî mêr bûne.
Di pênc mehên destpêkê de 38 penaber/koçber mirine. Ji van karkeran jê 16 sûriyeyê, 8 afganî, 4 ozbekî, 3 îranî, belarûsî, endonezyayî, rûsyayî, pakîstanî, sirbistanî, tirkmenistanî û ûkraynayî bûne.
3 zarokên karker ku temenê wan 14 û di bin de bûye mirine.
Temenê karkerên ku mirine wiha ye:
o 12 karker di navbera 15-17,
o 86 karker di navbera 18-27,
o 322 karker di navbera 28-50,
o 143 karker di navbera 51-64,
o 43 karker 65 û berjortir bûye.
o Temenê 37 karkeran nehatiye zanîn.
Karker herî zêde li Stenbolê mirine
Li 73 bajarên Tirkiyeyê û li 11 welatên din mirinên di dema karî de pêk hatine. Bajarê ku herî zêde mirinên di dema karî de pêk hatiye Stenbol e ku li wî bajarî 96 kes mirine.
Li Stenbolê 96 mirin; Li Kocaeliyê 27 kes mirin; Li Antalya û Muglayê her yek 24 mirin; Li Îzmîrê 23 kes mirin; Li Mêrsînê 22 kes mirin; Li Bursa û Manîsayê her yek 21 mirin; Li Denîzliyê 19 kes mirin; Li Aydin û Qeyseriyê her yek 18 kes mirin; Li Enqereyê 17 kes mirin; Li Dîlok û Samsunê her yek 16 mirin; Li Konya û Rihayê her yek 15 mirin; Li Edeneyê 12 kes mirin; Li Meletî û Zonguldakê her yek 10 mirin; Li Balikesir û Sakaryayê her yek 9 mirin; Li Çanakkaleyê 8 kes mirin; Li Êlih, Hatay û Maraşê her yek 7 mirin; Li Bolu, Eskîşehîr, Mêrdîn, Sêwas û Trabzonê her yek 6 mirin; Li Semsûr, Agirî, Bîlecîk, Çorum, Kutahya, Tekîrdag û Uşakê her yek 5 kes mirin; Li Amed, Duzce, Erzirom, Karabuk, Kirikkale, Kirşehir, Ordu, Rize, Sinop û Yalova her yekê 4 mirin; Li Artvîn, Burdûr, Çankiri, Gîresûn, Kastamonu, Nevşehîr, Nîgde, Sêrt û Tokatê her yek 3 kes mirin; Li Afyon, Bartin, Edîrne, Colemêrg, Îdir, Qers, Kirklareli, Osmaniye, Şirnex û Wanê her yek 2 kes mirin; Li Aksaray, Erdexan, Bayburt, Elezîz, Isparta, Karaman û Kilîsê her yekê 1 kes mirine.
Li derveyî welat 16 kes mirine (3 her yek li Iraq û Qibrisa Bakur; 2 li Rûsyayê; 1 her yek li Azerbaycan, Çîn, Domînîk, Îsraîl, Lîbya, Makedonya, Malta, S. Erebîstanê).(TY/AY)