Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) bîlançoya mirinên di dema karkirinê de ên deh salên dawî di sektora çandiniyê de pêk hatine eşkere kir.
Meclîsa ISIGê berxwedana karkerên Agrobayê yên ji bo karê xwe têdikoşin bi bîr xist û got, ji sala 2013an û vir ve herî kêm 1803 karkerên çandiniyê di dema karkirinê de mirine.
Di sala 2013an de 122, di sala 2014an de 140, di sala 2015an de 202, di sala 2016an de 177, di sala 2017an de 154, di sala 2018an de 184, di sala 2019an de 190, di sala 2020ê de 215, di sala 2020an de 149, di sala 2022an de 180 û di 8 mehên destpêkê yên sala 2023an de jî 90 karkerên çandiniyê mirine.
Meclîsa ISIGê ragihand ku ji karkerên mirine jê 346 jin û 1457 jî mêr in. Her weha meclîsê destnîşan kir ku rêjeya mirina karkerên jin di sektorê de bi qasî sê caran ji navgîniya hemû mirinên di dema karî de ye.
Ji sedî 13ê wan zarok in
Di deh salên dawî de ji karkerên ku mirine jê 235(ji sedî 13) zarok in.
o Yen temenên wan ji 14 û kêmtir , 101 zarokên karker
o Yên temenên wan di navbera 15-17yan de 134 zarok/ciwan,
o Yên temenên wan di navbera 50-64an de 353 karker,
o 65 û berjortir 104 karker,
Her weha ji karkeran jê 254 penaber an jî koçber bûn. 130 ji Sûriyê, 84 ji Afganîstanê, 10 ji Gurcistanê, 10 ji Turkmenistan, 7 ji Rûsyayê, 6 ji Îranê, 2 ji Azerbaycanê, 2 ji Ozbekistanê, 2 ji Ukraynayê û 1 jî ji Tacîkistanê bû.
Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎGê ji karkerên mirine tenê 15 (ji sedî 0,83) sendîkayî bûne. 1788 (ji sedî 99,17) karker endamtiya wan a sendîkayê nebûye.(HA/AY)