Yûsif Başî, Qeymeqamê Sewlaweyê ragihandiye ku bi armanca rûbirûbûna koronayê îsal merasîma Komsay li Hewremana Text nayê sazkirin. Merasîma Komsay her sal 45 roj piştî Newrozê û naverasta biharê li bajarokê Hewremana Text li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê tê sazkirin.
Qeymeqamê Sewlawe Yusif Başî gotiye: “Me ji berpirsên xwecihî re gotiye ku nehêlin merasîm were kirin, eger hat û geştyar jî kom bûn, aliyên tendirûstî nehêlin ku xelk li hev kom bibin.”
Yusif Başî herwiha daye zanîn, “Ji ber vê rewşa heyî xelkê Hewremana Text jî naxwazin merasîm were kirin.”
Komsay merasîmeke olî û qedîm e, di merasîmê de pez dikin qurbanî, li defê tê xistin û dia tên kirin, xwarineke taybet tê çêkirin û li xelkê tê belavkirin. Herwiha helbest tên xwendin. Merasîma şikandina kevirekî taybet jî heye ku xelk wek pîroz hildigrin. Xelkê Hewreman dibêjin, ev kevir qet kêm nabe û her sal dîsan wek xwe lê tê.
Ev merasîm du beş e, beşê yekem naverasta zivistanê tê kirin û wek Merasîma Pîr Şalyar tê naskirin. Pîr Şalyar navekî destanî ye û xelkê navçeyê wî wek şêxekî xwedan keramet dibînin. Dîroknivîsê Kurd Ebdulkerîm Muderis, di kitêba Binemala Zanyariyan de gotiye, Pîr Şalyar di sedsala 6ê ya koçî de jiya ye.
Merasîma Pîr Şalyar di zivistanê de û Komsay di biharê de, ji cihên dûr û nêzîk ên Kurdistanê û herwiha Îranê jî hejmareke zêde ya xelkê û geştyar beşdarî wan dibin. (FD)
Çavkanî-Fotograf: Rûdaw