Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gelek Welatan 17ê Sibatê wek Roja Cîhanî ya Pisîkan(Kitikan) tê pîrozkirin.
Îtalyayîyan ji bo nîşandana qedirbilindiya pisîkan ev roj îlan kiriye. Li Amerîkayê ev roj di 29ê Çiriya Pêşiyê de tê pîrozkirin. Li Rûsyayê di 1ê Gulanê de tê pîrozkirin.
Di hinek çandan de tê diyarkirin ku neh rihên pisîkan hene, di hinek çandan de jî tê diyarkirin ku heft canên wan hene.
Li gor hin çandan pisîk nexweşan sax dikin. Li gor hin çandan jî şans û siûdê dikujin.
Li Ewropayê di Çaxa Navîn de, bawerî li wê yekê dihat anîn ku pisîk hêza cadûyan zêde dikin. Ji ber wê yekê kom bi kom pisîk hatin kuştin. Bi kuştina pisîkan hejmara mişkan zêde bûye û nexweşiya webayê li Ewropayê belav bûye.
Tê texmînkirin ku li hemî cîhanê 500 hezar pisîkên kedî yên di malan de hene. Li derve gelek zêdetir hene. (BK/MB)