Fotograf: WWF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) ji bo “Roja Pilingan a Cîhanî” daxuyaniyek weşandiye.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Gelo hûn dizanin beriya niha bi 10 salan hejmara pilingên ku li xwezayê dijiyan 3 hezar û 200 bû?
“Populasyona pilingan li gorî sedsala borî ji sedî 97 kêmbûye û zanyar vê hejmarê weke xaleke şikestinê û rewşeke jêneveger nirxandine. Hemû cîhan di sala 2010an de ji bo pilingan ji tunebûnê rizgar bike, hate ba hev.
“Di 10 salan de serkeftineke mezin hatiye bidestxistin. Bi têkoşîna hikûmetan, rêxistinên jîngehparêz, pisporên parastina xwezayê û gelên herêmî li 5 welatan hejmara pilingan hema hema du qatan zêdetir bûye.
“Ji bo ev zîndewerê bişeml di belgefilman de nemine, ji bo parastina xwezayê pêwistiya me bi piştevaniya we heye. Bi awayekî sembolîk hûm dikarin xwedî li pilingekî derkevin û hin dikarin diyariyekê him bidin hezkiriyên xwe hem jî xwezayê.” (EMK/FD)