Ji 1967an û vir ve 2yê Nîsanê, rojbûna Hans Christian Andersenî, ji bo hezkirina xwendinê bihêz bike û balê bikêşe ser pirtûkên zarokan weke Roja Navnetewî ya Pirtûkên Zarokan (International Children's Book Day, ICBD) tê pîroz bike.
Her sal, Lijneyeke netewî ya IBByê dibe piştgirê navnetewî yê vê peyamê. Rêveberîya navendi biryara mijara salê hildibijêre û ji welatê mazûban dixwaze, nivîskarekî berbiçav û berhemdar ji bo zarokan peyamekê binivîse û ji îllustratorekî dixwaze posterekî xêz bike. Ev peyam û poster ji bo teşwîqkirina xwendinê li seranserê cîhanê bi şêweyên curbecur têne bikaranîn. Gelek beşên IBBYê bi rêya medyayan ICBDyê teşwîq dikin û li dibistanan û pirtûkxaneyên gelî bernameyan li dar dixin.
ICBDê ji bo sala 2020an ev kar da lijneya Slovenia, bi temaya “Birçîyê Peyvan” Damijan Stepančič peyamek nivîsand û Peter Svetina poster amade kir.
Birçîyê PeyvanLi cihê ez lê dijîm, di paşîya Avrêlê an destpêka Gulanê de gîha şîn dibin û di nêz de dibin warê kakilên pinpinîkan. Ew dişibin guzikên pembo an şekirê pembo û tirtûl pel li dû pelê dixwe heta ku devî tazî bimîne. Dema pinpinîk mezin dibin, difirin û diherin lê dîsa jî gîha têk naçe. Bi hatina havînê re ew dîsa şîn dibin, her carê û hertim. Ev wêneyekî nivîskarekî, weneyêkî helbestvanekî ye. Ew ji alî çîrokên xwe û helbestên xwe ve hêdî hêdî têne kotin û xwarin, ku dema ev çîrok û helbest diqedin, difirin û diherin, vedikşin nava pirtûkan û xwendevanên xwe dibînin. Ev yek her carê wiha didome. Û çi bi wan helbest û çîrokan tê? Ez zarokekî nasdikim ku hewce bû ji çavên xwe emeliyat bûbûya. Heta du heftan piştî emeliyatê tenê dihiştin li ser hêla xwe ya rastê pal bide û piştî wê jî mehekê nehiştin tu tiştekî bixwîne. Dawîya piştî meh û nîvekê rahişt pirtûkekê, wî weke bi kevçiyekî ji kaseyekê peyvan derdixe hîs dikir. Weke ku wî ew dixwarin. Di rastîyê de jî wî ew dixwarin. Û ez keçekê nasdikim ku dema gihaşt bû mamosteyek. Wê ji min re got: zarokên ku malbatên wan ji wan re pirtûk nexwendine jihêzdeketî ne. Peyvên di helbest û di çîrokan de xwarin in. Ne xwarinên ji bo bedenê ne, ne xwarinên ku karibin mahdê te tije bikin. Lê xwarinên ji bo rih û xwarinên ji bo giyan in. Dema yek birçî an tî be, mahdê wî/wê tê guvaştin û lêvên wî/wê zuha dibin. Ew li parîyek nan, kaseyek birinc an garis, masîyek an mûzekî, li tiştekî xwarinê digere. Her ku birçîbûna wan zêde dibe, lêhûrbûna wan tengtir dibe, êdî çavê wan tiştekî nabîne tenê xwarin dikare wan têr bike. Birçîbûna ji bo peyvan xwe bi awayekî cuda dide der: Weke acizîyê, bêxemîyê, pozbilindîyê. Mirovên êşa birçîbûna bi vî awayî dikşînin tê dernaxin ku rihê wan ji serma diricife, ku ew bêyî hay jê hebin destpêdikin ji xwebûna xwe derdikevin. Perçeyek dinyaya wan ji wan dûr dikeve bêyî ku ew jê haydar bibin. Vî awayê birçîbûnê bi helbest û çîrokan tê têrkirin. Ji bo ev birçîbûn bê têrkirin ji bo wan kesên ku qet çêj ji peyvan nestendine hêvî heye? Belê heye. Kurik dixwîne, hema bêje herroj. Keçka ku êdî bû mamosteyek ji xwendekarên xwe re çîrokan dixwîne. Her înî. Her hefte. Heke ew carekê jibîr bike, zarok teqez tînin bîra wê. Lê çi bi nivîskar û helbestkar tê? Bi hatina havînê re ewê dîsa şîn bibin. Û dîsa ewê ji alî çîrokên xwe û helbestên xweyên ku paşê ewê bi her alî ve bifirin û herin, bêne xwarin. Her carê ji nû ve. Ji alî Peter Svetina ve hatiye nîvîsandin, ji alî Jernej Županič ve hatiye wergerandin. |
(FÇ/FD)
*Wergera ji Îngilizî bo Kurmancî : Ferhad Çeper
https://www.ibby.org/awards-activities/activities/international-childrens-book-day