Derbarê “Vîrusa Kêmbûna Bergiriya Mirovan” (Human Immmunodeficiency Virus/HIV) gelek tiştên şaş tên zanîn. Li Cîhanê û Tirkiyeyê gelek pêşdarazî li beramberî kesên bi HIVê ne hene û ew bi gelek tabûyên civakî re rû bi rû dibin.
Mirov zêde nizanin wê tedbîrên çawa li dijî HIVê werbigirin. Her weha cudahiya di navbera AIDS û HIVê de nizanin.
Heta 2018an li 68 welatên derbarê HIVê de qanûn hebûn.
Li Tirkiyeyê qanûneke taybet ji bo HIVê nîne lê biryarên bi wî rengî disgire ku mirovên bi HIVê dijîn krîmînalîze dike.
HIV derbas dibe?
Li gorî nivîsa ku Alî Îhsan Nergîzî di bianetê de weşandiye, gelek zanyariyên xelet hene û zehmet e mirov di nava van xeletayan de bersivên rast ji wan pirsan re bibinin ku “HIV çawa derbas dibe?”, “Kengî derbas dibe?” û “Çima derbas dibe?”.
Li Tirkiyeyê ji ber zayendî tabû ye zehmet e mirov li ser van mijaran bi hêsanî biaxivin. Zanyariyeke gelekî bingehîn heye ku HIV bi tenê ji mirovan derbasî mirovan dibe. Ji zindîwereke din yan jî ji tiştekî ne zindî yên mîkroorganîzmayan hildigirin derbas nabin. (EMK/FD)