Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK) bi mebesta 6emîn salvegera komkujiya êzidiyan, peyam weşandine.
HDP: Têkoşîna wan, têkoşîna me ye
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî Komkujiya Şengalê daxuyanî daye û gotiye: "Em jin, berxwedan û têkoşîna jinên Êzidî yên ku tevî hemû zilm û îşkenceyê li wan hatin kirin li ser piyên xwe man, careke din silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye."
Meclîsa Jinan a HDPê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye û gotiye: "Îşkenceyên zayendî li jin û zarokên dîl, hatin kirin; li bazarên koleyan bi pereyan bi darê zorê xwestin dînê wan biguherînin. Çeteyên DAIŞê bi taybetî li dijî jinên êzidî ev rêbaz pêk anî. Ev kiryar, di kesayeta jinên êzidî de berdewama polîtîkaya teslîmgiritin û şikestina îradeya jinan e. Em dizanin, zîhniyeta ku jinan dixe bazarên koleyan, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan e ku li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve. Her wiha demeke dirêj e li Rojhilata Navîn, çeteyên ji aliye desthilata Tirkiyeyê ve tên destekkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî vîna jinan dikin. Qetilkirina sekretera giştî ya Paratiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, qetilkirina endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî jî berdewama vê polîtîkayê ye.
HDK: Îro jî êzidî bi metirsiya komkujiyê re rû bi rû ne
Kongera Demokratîk a Gelan (HDK) di daxuyaniya xwe de karesatên ku dema komkujiyê pêk hatibûn bi bîr xistiye û diyar kiriye ku di tevahiya dîrokê de gelê êzidî ji aliyê hêzên dagirker ve hatine pelçiqandin û bi komkujiyan re rûbirû mane.
HDKê destnîşan kiriye, hewl tê dayîn êzidî ji axa xwe bên koçberkirin û çand û baweriya êzidiyan ji holê bên rakirin û weha gotiye: "Îro jî êzidî bi metirsiya komkujiyê re rû bi rû ne. Li dijî vê metirsiyê li hemberî hebûna êzidiyan divê civaka navneteweyî berpirsyariya dikeve ser milê wan pêk bînin. Em êzdiyên ku ji aliyê DAIŞê ve bi hovane hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û bang dikin ku herkes li dijî komkujî û pêkanînên li dijî mirovahiyê têbikoşe."
DBP: Hê jî rewşa bi hezaran jinên ezidî nayê zanîn
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di daxuyaniya xwe de daye zanîn ku dramên êzidiyan îro jî didomin û weha pêde çûye: "Hê jî rewşa bi hezaran jinên êzidî ku hatin qetilkirin, revandin û li bazarên koleyan hatin firotin nayên zanîn. Tunebûna hewldanên dewletan ên ji bo rewşa jinên êzidî hêz dide çeteyên cîhadîst. Divê berpirsyarên vê komkujiyê ku weke sûcê li dijî mirovahiyê hatiye qebûlkirin, bên dadgehkirin."
Nêçîrvan Barzanî: Em soza ji bo kesukarên revandiyan dûpat dikin
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di peyawa xwe ya derbarê komkujiya êzidiyan de gotiye: "Em îro bi êşeke kûr şeş saliya komkujiya Êzidiyan û karesata Şingalê bi bîrtînin. Bi rêz û rûmetê ve wan hemû xwîşk û birayên me yên Êzidî bi bîr tînîn ku bûne qurbaniya tawankariyeke bêhevtaya terorîstên DAIŞê.
Barzanî weha pêde çûye: Xwîşk û birayên Êzidî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejiyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Em di vê salvegerê de tekeziyê li ser kûrkirina wê çandê dikin û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikin ku Kurdistan bi landika aram û parastiya me hemûyan dimîne. Her wiha soza ji bo kesukarên revandiyan jî dûpat dikin li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibin."
Mesrûr Barzanî: Di dîroka hemdem de dirindetirîn tawana li dijî mirovatiyê ye
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê 6emîn komkujiya Kurdên Êzidî de peyamek weşandiye û gotiye: "Di şeşemîn salvegera dagîrkirina Şingalê û komkuştina xwişk û birayên Êzidî ji aliyê teroristên DAIŞê ve, bi xem û kovan şehîdên wê komkujiyê bi bîr tînin ku di encama êrîşa dirinde ya DAIŞê de, bi hezaran mirovên bêtewan bi komî hatin kuştin û revandin û koçber bûn.
Barzanî destnîşan kiriye û gotiye: "Komkujiya Şingal û derdora wê, yek ji direndetirîn tawana li dijî mirovatiyê di dîroka hemdem de tê hejmartin ku beşek ji êrîşa berfireh li dijî gelê Kurdistanê bû. Tevî hemû wê karesat, ferman û komkujiya bi serê xwişk û birayên Êzidiyan hatiye, lê bi berevanîkirina li ziman, nasname, kultur û ola xwe berdewam in.
YNK: Komkujiya êzidiyan bi fermî qebûl bikin
Polîtbûroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) derbarê 6emîn komkujiya Kurdên Êzidî de peyamek weşandiye tê de destnîşan kiriye, bi sedema ol û neteweyên Êzdiyan di serdema dîroka berê û niha de bi dehan caran rastî komkujiyê hatine ku bi hezaran sivîl hatin kuştin û gotiye:
"Hîn komên çete mane ku heta niha radestî adaletê ne hatine kirin. Heta niha komkujiya Êzdiyan nehatiye pejirandin. Em weke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji parlemantoyê, hikûmet, dezgehên peywendîdar ,aliyên siyasî û nûnerên li Bexdayê ne daxwaz dikin ku komkujiya êzidiyan bi fermî qebûl bikin.
Her weha YNKê ji ber komkujiyê li Silêmaniyê alaya xwe û a Herêma Kurdistanê dagirtiye.
Çi bûbû ?
DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrişî Şingalê kiribû. Di encama êrişê de bi hezaran kurdên êzidî yên sivîl hatibûn kuştin û bi hezaran jî koçber bûbûn. Di êrişê de 6 hezar jin û zarokên Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û 400 hezar jî koçber bûn. Heta niha jî bi hezaran zarok û jin wenda ne û rewşa wan ne diyare. (AY/FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê, Rudaw, Kurdistan24, Pukmedia