Fotograf: Gazete Sabro
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îro 102yem salvgera Qetlîama Rûmên Pontûsê ye.
Ev qetlîam xeleka dawiyê ya Qirkirina Mezin a Xristiyanan bûye ku di sala 1894an de bi fermana Abdulhamîtî li dijî ermenan destpê kiriye, di sala 1915an de bi destê rêveberiya Îttihat û Terakkiyê milyon û nîr ermen û nêzîkî 300 hezar suryan hatine qetilkirin.
Tevlî 50 hezar mirovên di navbera salên 1921 û 1923yan de di dema Pevguhertinê de can dane, di navbera salên 1914 û 1921yan de li Amasya, Samsûn û Gîresûnê 134 hezar û 78, li Nîksarê 27 hezar û 216, li Trabzonê 38 hezar û 434, li Tokatê 64 hezar û 582, li Maçkayê 17 hezar û 479, li Şebînkarahîsarê 21 hezar û 448, li ser hev 353 hezar Rûmên Pontûsê hatine qetilkirin.
Yekîtiya Suryanên Ewropayê (ESU) ji bo 102yem salvegera Qetlîama Rûmên Pontûsê daxuyaniyek weşandiye. Daxuyaniya ESUyê di Gazete Sabroyê de hatiye weşandin. ESUyê wiha gotiye:
“Li welêt behsa Qirkirina 1915yan nayê kirin lê bi rengekî kûr û berfireh gotinên nefretkirinê û dijminatiya li dijî Xiristiyanan dewam dike û piranî serokên siyasî vî tiştî dikin. Di Roja Bîranînê ya Qirkirina Rûmên Pontûsê de em bîreweriyên pîroz ên şehîdan bibîr tînin, Ji bo qirkirina gelê Rûm ên Pontûsê were naskırın û edalet pêk weke, em bi wan re ne. Naskirina qirkirinê ji bo pêşiyê li wan qirkirinan bigire gelekî girîng e ku di siberojê de pêk werin.” (RT/FD)