Ji bo nûçeya Tirkî
Îro yekemîn salvegera Qetlîma Pirsûsê ye ku 33 ciwanên SGDFê hatibû qetilkirin.
Ji bo ji nûve avakirina Kobanê li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 20ê Tîrmeha 2015an de 300 ciwan jii bo pêdiviyên mirovî bibin Kobanê, gihştine Pirsûsê.
Dema ku derbarê mijarê de li Navenda Çanda Amarayê daxuyanî ji çapemeniyê re dihat dayîn, xwekujê ku li ser xwe bombe girêdabû êriş pêk anî û di encama teqînê de 33 kes hatin qetilkirin.
Derheqê wê qetlîamê de hêjî doz nehatiye vekirin. Derbarê lêpirsîna qetlîamê de hêjî biryara veşartinê heye.
SGDFê ji bo salvegera qetlîamê kampanyaya ‘Ji bo Pirsûsê Edale, Ji her kesî re Edalet (Suruç İçin Adalet Herkes İçin Adalet)’ da destpêkirin.
Çima diçûn Kobanê?
SGDFê armanca xwe ya ji çûyîna Kobanê de vîdeoyekê amade kiribû di wir de digot: ‘Me bi hev re Kobanê parast, em ê bi hev re ava bikin.’
Ciwanên ku ji gelek bajêran hatibûn Pirsûsê wê di 19-24ê Tîrmehê de li Kobanê bûna.
Hevserokê SGDFê Oguz Yuzgeç di vîdeoyê de digot ku wê li Kobanê xebatên rakirina enkazan û avakirina park, nexweşxane, û kreşan bibin.
Kesên hatin qetilkirin
Serhat Devrim
Serhat Devrim 19 salî bû. Ji Mûşê bû.
Mucahit Erol
Mucahit Erol 19 salî bû. Ew jî ji Mûşê bû. Li Zanîngeha Harranê di Beşa Muzîkê xwendekarê pola yekemin bû.
Veysel Ozdemir
Veysel Ozdemir jî 21 salî bû.
Nazlı Akyurek
Nazli Akyurek jî 22 salî bû. Li Zanîngeha Kocaeliyê xwendekara Beşa Hiqûqê bû.
Osman Çiçek
Osman Çiçek 22 salî bû û ji Pirsûsê bû. Ew û Kasim Deprem li cem hev hatin definkirin.
Murat Yurtgül
Murat Yurtgul 23 salî bû û ji Mêrdîn Qoserê bû. Ew li Zanîngeha Arelê xwendekarê Beşa Derûnînasiyê bû. Yurtgul di heman demê de li zanîngeha xwe serokê Kuluba Mafê Mirovan û Demokrasiyê bû. Yurtgulî li Komeleya Civaka Sivîl de ji bo girtiyên ku cezayê muebbetê li wan hatiye dayîn re xebatan dikir.
Ferdane Kiliç û kurê wê Nartan Kiliç
Endamê PMyê ya HDPê Ferdane Kiliç, kurê wê Nartan Kıliç û keça wê Sinem Kiliç bi hev re çûbûn Pirsûsê. Ferdane Kiliç û kurê wê Nartan Kiliç di encama êrişê de hatin qetilkirin û keça wê Sinem Kiliç jî birîndar bû.
Hatice Ezgi Sadet
Hatice Ezgi Sadet jî 20 salî bû di li Zanîngeha Mimar Sinanê xwendekara Beşa Dîroka Hunerê bû.
Suleyman Aksu
Suleyman Aksu 23 salî bû. Mamosteyê Zimanê Îngilîzî bû û li Geverê dixebitî.
Alican Vural
Alican Vural 18 salî bû û ji Samsunê bû. Li Zanîngeha 19 Mayisê xwendekarê Beşa Zanistiyên Siyasî bû û endamê ESPê bû.
Alper Sapan
Alper Sapan jî 20 salî bû û ji Giresûnê bû. Li Zanîngeha Eskişehir Anadoluyê xwendekarê Beşa Felsefeyê bû û di heman demê de endamê Înîsiyatîfa Anarşiyê ya Eskişehirê bû.
Koray Çapoğlu
Koray Çapoğlu 32 salî bû û ji Trabzon Ofê bû.
Okan Pirinç
Okan Pirinç 18 salî bû û ji Hatay Samandagê bû. Wî lîseyê nû xelaskiribû û ketibû ezmûna zanîngehê û li benda encamê bû.
Ugur Ozkan
Ugur Ozkan 26 salî bû. Ew ji eslê xwe ji Cizîrê bû lê 22 sal ewil koçê Stenbolê kiribûn. Endamê Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) bû. Karkerê înşîhatê bû û dixwest ku hefteyeke jî bo avakirina Kobanê bixebite.
Yunus Emre Şen
Tunus Emre Şen jî 22 salî bû û ji Wanê bû. Ew jî li Zanîngeha Enqereyê xwendekarê beşa Ziman û Edebiyata Tirkî bû. Endamê ESPê bû.
Mucahit Erol
Mucahit Erol 19 salî bû. Lê navê xwe gûherandibû û kiribû 'Evrîm Deniz'. Ew jî ji Mûşê bû. Li Zanîngeha Harranê di Beşa Muzîkê xwendekarê pola yekemin bû. Birayê wî got ku dema ku ew çûye wiha gotiye: 'Em ê pêdiviyan bibin ji gelê Kobanê re. Em ê jî tolakî daynin Kobanê û di dîrokê de wiha bêne binavkirin.'
Medali Barutçu
Ew jî ji Mûşê bû. Wî jî li Zanîngeha Marmarayê Beşa Zanistên Siyasî dixwend.
Çagdaş Aydin
Çagdaş Aydin jî 27 salî bû û ji Dêrsimê bû. Editorê Otekilerin Postasiyê bû. Li Zanîngeha Eskişehir Anadolyê xwendekarê Rêveberiya Raya Giştî bû.
Cemil Yildiz
Cemîl Yildiz jî 65 salî bû û ji Sinopê bû. Li Stenbolê li taxa Gaziyê dijiya. Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de li Sînopê ji HDPê bû namzetê parlementeriyê.
Duygu Tuna
Duygu Tuna Hevseroka HDPê ya Navçeya Maltepeyê bû.
Kasim Deprem
Kasim Deprem 28 salî bû û ji Pirsûsê bû. Li Zanîngeha Harranê xwendekarê Beşa Endezyarê Zireatê bû. Ew endamê Meclisa Ciwanên HDPê bû.
Ece Dinç
Ece Dinç jî endama ESPê ya Kadikoyê bû.
Aydan Ezgi Şanci
Aydan Ezgi Şanci jî ji Samsunê bû.
Cebrail Gunebakan
Cebrail Gunebakan ji Hatayê bû.
Buşra Mete
Buşra Mete endama ESPê ya Stenbolê bû û wê jî li Zanîngeha Stenbolê de Beşa Ragihandinê dixwend.
Îsmet Şeker
Îsmet Şeker jî li Pirsûsê hate qetilkirin. Kurê wî Mustafa Can Şeker jî li Kobanê di berxwedana li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabû.
Emrullah Akhamur
Emrullah Ahamur jî ji Qoserê bû. Wî li Zanîngeha Mêrsînê Beşa Dîrokê dixwend.
Nazli Akyurek-Nuray Koçan
Her du jî 22 salî bûn û bi hev re li Zanîngeha Kocaeliyê Beşa Hiqûqê dixwend.
Nazegul Boyraz
Nazegul Boyraz 55 salî bûn Endamê Meclisa CHPê ya Maltepeyê bû û li Stenbol Gulsuyuyê dijiya.
Erdal Bozkurt
Erdal Bozkurt jî 27 salî bû û ji Agiriyê bû. Ew endamê SGDFê bû.
Veysel Ozdemir
Veysel Ozdemir jî ji Amedê bû.
Polen Unlu
Polen Unlu jî li Zanîngeha Stenbolê Beşa Edebiyatê dixwend.
Mert Comert
Mert Comert ji Samsun Bafrayê bû û 19 salî bû. Ji wî zêdetir ti zarê malbata wî tine bû.
Vatan Budak
Vatan Budak jî Qers Dîgorê bû. Wî jî li Zanîngeha Bolu Îzzet Abantê Beşa Endezyariya Elektronîkê nû xelas kiribû.
(BK/YO)