Iraqê ji rêveberiya Washingtonê xwestiye ku ji bo leşkerên amerîkî bikaribin vekişin, mekanîzmayekê ava bike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi rêya têlefonê bi Mike Pompeo, Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê re axiviye.
Hatiye diyarkirin ku Ebdulmehdiyî ji Pompeoyî xwestiye ku li gorî biryara Meclisa Iraqê bila DYA heyetekê bişîne Iraqê û ji bona vekişandina leşkerên amerîkî mekanîzmayekê ava bikin.
Li gor heman jêderan Ebdulmehdiyî ji mixatabên xwe re gotiye ku leşker û balafirên bêmirov yên DYAyê bêyî destûra hikûmetê ketine qada esmanî ya Iraqê û ev jî ne li gorî peymanên di navbera her du welatan e.
Pompeoyî jî diyar kiriye ku wê li ser meseleyê bisekinin û rêzê ji desthilatdariya Iraqê re nîşan didin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Adil Ebdulmehdiyî êrîşên Îranê yên li dijî baregehên DYAyê yên li Iraqê derketiye û gotiye ew naxweze welatê wî bibe qada şer û pevçûnan. (FD)
* Çavkanî: AA