Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ibadîyî di civîneka digel çapemeniyê de eşkere kir ew “birêvebiriya şirîkane” ji bo Kerkûkê pêşniyar dike.
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê serokwezîrê Iraqê eşkere kiriye heke Bexda ji bo birêvebiriyê biryarên dawiyê bidin ew pêşniyar dike li Kerkûkê birêvebiriya şirîkane hebe.
Kekûk ew bajar e ku herî zêde minaqeşe li ser wê heye. Ji 2014ê ve Herêma Kurdistana Iraqê wê birêve dibe.
Di 25ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê referandûm hat kirin. Perlemana Iraqê di tevgerekê de ye ku hewil dide perlemanteriya perlemanterên kurd betal bike.(YY/MB)