Iraqê Cejna Cemayê ya Êzidiyan ku her sal di navbera 6-13ê Çiriya Pêşiyê de tê pîrozkirin bi fermî nas kir.
Lijneya Wezîran pesend kir ku cejn li seranserê welêt wek betlaneya giştî ya salane were ragihandin.
Li gorî wê biryarê, di Cejna Cemayê de li Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê 8 roj (6-13ê Çiriya Pêşiyê) betlaneya fermî hat ragihandin.
Cejnên Êzidiyan; Cema, Eza, Belinda, Çilê Havinê, Çilê Zivistanê, Xidir İlyas û Çarşema Sor e.
Çi bûbû?
Di sala 2014an de DAIŞê êrişî Şengalê kiribû û bi hezaran welatiyên êzidî qetil kiribûn. Bi hezaran welatiyên ji destê DAIŞê revîyabûn Çiyayê Sîncarê û gelek ji wan ji ber tî û birçîbûnê can dabûn.
DAIŞê bi hezaran jin û zarokê êzdî jî ji bo koletiyê bi wan bidin kirin revandibûn.
(HA/AY)