Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku kontrola Kerkûkê ket destê Artêşa Iraqê hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê daxuyanî belav kirin.
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji bo referadûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê got encamên wê “dê têk neçin” û banga yekîtiyê kir.
Barzanî Bal kişand ser operasyona Mûsûlê ya di 17yê Cotmeha 2016yê de ku bi artêşa Iraqê re destpê kiribûn û diyar kir ku tenê ew ê vekişin xeta beriya vê operasyonê.
Daxuyaniya Mesûd Barzani wiha ye:
“Ew tiştê ku li bajarê Kerkûkê rû daye, encama biryara yek alî ya çend kesên li nav aliyekî siyasiya navxweya Kurdistanê bû. Ev tişt bûye sedema wê yekê ku hêzên Pêşmerge bi wî awayê hate dîtin paşve vekişin.
“Di encama vê paşvekişanê de xeta temasê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de bûye xeta berî destpêkirina operasyona azadkirina Musilê ku di 17yê Cotmeha 2016yê de dest pê kiribû.
“Gelê Kurdistanê piştrast dikîn ku tiştên pêwîste tê kirin. Deskeftiyên gelê me, aramî û asayişa wan dê careke bê dirustkirin.
Radeyadarên Pêşmergeyan ji ber paşvekişandinê Yekîtiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) sûcdar dikirin û digotin ku “bi Bexdayê re rêkeftineke nepen çêkirine”.
Ebadî: Pêwistî bi diyalogê heye
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî piştî ku Kerkûk ket bin kontrola hikûmeta navendî daxuyaniyek da û got referandûma Kurdistanê nema û ew li ser bingeha Destûrê niha daxwaza diyalogê dikin.
“Di nava yek welatî de û li ser bingeha Destûrê ez banga diyalogê dikim. Referandûm qediya û di rabirdûyê de ma. Em hêvî dikin ku vê îptal bikin lê me ev li qadê bi encam kir”.
Masûm: Referandûm bû sedema geşbûna nelihevkirinê
Serokomarê Irapê Fûad Masûm jî daxuyaniyek belav kir û got ku xala herî girîng a ku rewşa îro derxistiye holê referandûma serxwebûnê bû. (YY/FD)
Çavkanî: Rûdaw, Deutsche Welle Tirkî, BBC