Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Balyozê Iraqê yê li Enqereyê, Ali Ekber İbrahim el Alevi eşkere kir ku Operasyona Mûsilê dê sê mehan dom bike. Piştî ku operasyon biqede leşkerên Tirkiyeyê yên li Başîkayê dê ji Başîkayê derbikeve.
Ali Ekber İbrahim el Alevi da zanîn ku “heke kêşeya Başîkayê çareser bibe, bi Tirkiyeyê re hevdîtin dê bê dest pê kirin.” Ekber Îbrahîmî eşkere kir ku ew hêvî nakin Tirkiye beşdarî Operasyona Mûsilê bibe.
Balyozî got: “Di bernameya wezîrên parastinê û saxlemiyê de çûna Kampa Başîkayê nebû. Em li bendê ne ku daxuyaniyek bê dayin.”
Işik û parastina Tirkiyeyê
Wezîrê Parastinê li ser mijarê gotiye:
“Em ê rêyê nedin ku kêşeyek di navbera Tikiye û Iraqê de derbikeve. Heyina leşkerên Tirkiyeyê yên li Başîkayê ne keyfane ye, mecbûrî ye. Paqijkirina Mûsilê ji DAIŞê û ewlebûna wê derê ji bo ewlehiya tirkiyeyê jî girîng e.”
Serokwezîrê Bînalî Yildirim jî di hevdîtina digel serokwezîrê Iraqê re gotibû: éEm ê bi vî awayî, bi rêyên dostane kêşeyê çareser bikin.”(YY/MB)