Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Meclîsa Iraqê bi daxuyaniyeka nivîskî da zanîn ku Meclîs qebûl nake hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başîkaya girêdayî Mûsilê bimîne.
Di daxuyaniyedê hat eşkerekirin ku ew biryara Parlamentoya Tirkiyeyê qebûl nake ku parlemanê biryar daye dema mayina li Iraqê ya TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) dirêj bike.
Biryara Erdoganê serokkomar dê bê şermezarkirin
Meclîsa Iraqê biryarên xwe weha eşkere kirin:
‘’Bang dê li balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bê kirin û hişyarî [ji bo Tirkiyeyê] bê dayin.
‘’Hêzên Tirkiyeyê dê wek ‘hêzên dagirker’ bêne hesibandin, ji bo ew ji axa Iraqê bêne derêxistin çi pêwîst(lazim) be dê bê kirin.
‘’Ji bo hêzên Tirkiyeyê, ji ser axa Iraqê bê derêxistin Hikûmeta Iraqê dê serî li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bide. ‘’(AS/MB)