Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) bitikîne
Piştî ku duh Hêzên Leşkerî yên Tirkan (TSK) li Gundê Perexê ya Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de 9 sivîl mirin û 31 jê jî birîndar bûn, Encûmena Ewlekariya Netewî ya Iraqê civiya.
Encûmenê piştî civîna ku bi serpereştiya Serokwezîr Mistefa Kazimî de pêk hatiye, daxuyaniyek weşandiye. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bila hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji tevahiya xaka Iraqê derkeve. Her weha Encûmenê bang li Wezareta Karên Derve ya Iraqê kiriye da ku balyozê xwe yê li Tirkiyeyê bi şûn de bikişîne.
Bixwîne - Tirkiyeyê li Zaxoyê gundek bombebaran kiriye: 9 sivîl mirine
Wê giliyê Tirkiyeyê bikin
Di civînê de 8 xal hatine diyarkirin ku ew ev in:
* Encûmena Ewlekariyê Wezareta Karên Derve erkdar kir ku dosyeya derbarê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê û ewlehiya Iraqê de amade bike. Bilez van dosyayan radestî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike.
* Wê Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li balyozê Tirkiye yê Iraqê bike û wî derbarê cezayan de agahdar bike.
* Anîna berpirsê karûbarên Iraqê yê li Enqere ji bo şêwirînê û şandine balyozê nû yê Tirkiyeyê.
* Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyeyê.
* Lêkolîna derbarê rewşa qurbaniyên êrişê û malbatên şehîdan û her wiha tanzîmata wan de.
* Wê li gel hikûmeta herêmê hemahengî çêbe ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan û girtina tedbîrên çarenûsaz.
* Daxwaz ji Tirkiye dikin ku bi awayek fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê derxîne.
* Encûmena Ewlekariyê careke din dubare dike ku nabe xaka Iraqê bibe qada êrişên li ser welatan û safîkirina hesaban. Her wiha bi tundî hebûna her rêxistinek terorîst yan grubek çekdar li ser xaka Iraqê red dike.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê: Tirkiyeyê topbaran kiriye
Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fûaad Husên bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimiyî ve duh çûye gundê Perexê ku bombebaran li wir bûbû.
Husênî li vir pirsên rojnamegeran bersivandiye û gotiye ku “Ev êrîşek cidî û vekiriye li dijî gelê Iraqê. Topavêjên tirkan, ev gundê geştiyariyê yê aram bombebaran kirin. Bi çar guleyên topan gund kirin hedef. Di êrîşê de 9 welatiyên me şehîd ketin, zarok jî di nav de 31 kes jî birîndar bûn.”
Husênî di dewama axavtina xwe de gotiye: “Tirkiye û PKK pevçûnên xwe yên navxeyî tînin nav xaka Herêma Kurdistanê. Tirkiye divê operasyonên xwe yên leşkerî li Iraqê bidawî bike, lêborînê ji gelê Iraqê bixwaze û tazmînatê bide malbatên şehîd û birîndaran. Eşkere bû ku şerê dewleta Tirk ne li gel PKK’ê ye. Tirkiye bi dehan gundên Kurdistana Iraqê dagirkiriye û xelkê sivîl dikûje.”
HPG: Li wir hêzên me nînin
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku “Me nekiriye”, “rêxistina terorê kiriye.”
Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku êrîş “li ber çemî çêbûye” û îdia kiriye ku rayedarên Hiqûmeta Iraqî “di bin bandora rêxistina terorê de dimînin û daxuyaniyan didin.”
Ofîsa Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê îdiayên Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyeyê red kiriye û gotiye ku “li wir hêzên me nînin.”
HPGyê diyar kiriye û gotiye, “li cihên nêzîkî wê qadê, girên ku dewleta tirkan ew dagir kirine hene” û “Hêzên Sînorî yên Iraqê û hêzên herêmî yên cida yên bi ser Hikûmeta Herêmî ve girêdayî li wir hene.”
Sadr: Deriyên sînorî bigirin
Serokê Tevgera Sedrê, Muqteda Sedrî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, derbarê bombebarana Tirkiyeyê ya li Gundê Perexa Zaxoyê de hin peyam weşandine.
Sedrî 4 xal nîşan kirine û xwestiye ku nûnertiyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re werin kêmkirin, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin. Sedrî her weha gotiye ku bila giliyê Tirkiyeyê li gel Neteweyên Yekbûyî bi rengekî fermî bê kirin û bila peymanên ewlehiyê yên bi Tirkiyeyê re hatine kirin betal bibin.
Serokomarê Iraqê Berhem Salihî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye hu gotiye: “Ez bi tundî binpêkirina serweriya Iraqê û şehîdkirin û birîndarkirina sivîlan a ji aliyê Tirkiyeyê li Duhokê şermezar dikim.
Çi bûbû?
Li gundê Perexê yê navçeya Zaxoyê, Hêzên Leşkerî yên Tirkan (TSK) duh (20ê Tîrmeha 2022yê) gundek bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de li gorî amarên destpêkê 8 sivîl miribûn, 22 jî birîndar bûbûn.
Qaymeqamê Zaxoyê Mûşîr Beşîrî gotiye ku, sivîlên li gundî çûne geştiyarê bûne hedefa bombebaranê. Kesên birîndar birine Nexweşxaneyên li Zaxoyê. Beşîrî diyar kiriye ku kesên bûne hedef, geştiyarên ereb in. Di nava rojê de hejmara miriyan derket 9an û ya birîndaran jî diyar bû ku 31 e. (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya, Rojnews