Piştî Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û Sûriyeyê, Arteşa Şoreşê ya Îranê bi mûşek û balafirên bêmirov êrişî Pakistanê kir.
Li gor nûçeya ajansa Tesnîmê a Îranê, di êrîşên li dijî Pakistanê de 2 baregehên koma çekdar a "Ceyş’ul Adl" (Artêşa Edaletê) bûne armanc.
Îranê bi mûşekan êrîşî Hewlêrê kir: 4 kes mirin
Îslamabadê bertek nîşanî Tehranê da
Ji aliyê din ve Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê têkildarî êrîşên Îranê yên bi mûşek û balafirên bêmirov daxuyaniyeke nivîskî da.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku binpêkirina serweriya Pakistanê bi ti awayî nayê qebûlkirin û ev êrîş wê bibe sedema encamên cidî.
Di daxuyaniyê de binpêkirina bêhiqûqî ya qada hewayî ya Pakistanê ji aliyê Îranê ve bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin ku di êrîşê de 2 zarok mirine û 3 zarokên keç jî birîndar bûne.
Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan dever bombebaran kirin
Wezaretê diyar kir ku di navbera Pakistan û Îranê de hin kanalên pêwendiyan hene, ev êrîş wek 'çalakiya neqanûnî' bi nav kir û got, "Berteka tund a Pakistanê ji rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derve ya Îranê re hat ragihandin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "Pakistan her dem tekez kiriye ku teror metirsiyeke hevpar e ji bo hemû welatên herêmê" û pêwîstî bi tevgereke hemahengî heye û wiha hat gotin: "Çalakiyên bi vî rengî yên yekalî ne li gorî cîrantiya baş in û dikarin zirareke mezin bide pêbaweriya dualî.”
(VC/AY)