Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê Îranê bi 2 diron û moşekan êrişî kampa li navçeya Koyê ya Hewlêrê kir.
Her weha Rejîmê duh jî êrişî kamp û baregehên partiyên Kurd yên li Herêma Kurdistanê kiribû. Di heman demê de bi muşek û dironan êrişî gelek deverên Herema Kurdistanê jî kiribû.
Li gorî nûçeya Rûdawê Qaymeqamê Navçeya Koyê Tariq Heyderî gotiye, "Îro Sêşemê bi sê dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li sînorê navçeya me hat kirin."
Kampa Azadiyê taybet e bi malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î).

Heyva Sor a Îranê: Di encama êrişan de 555 kes mirin e
"Kesek birîndar bûye"
Qaymeqamê Koyeyê diyar kir, "Di encama êrişê de kesek birîndar bûye lê rewşa wî ya tenduristiyê baş e."
Her weha şahidekî ji kampê ji Rûdawê re ragihand, "Ji bilî sê dronan, mûşekekê jî li kampê daye û ti sîstemên asmanî nekarî rê li ber êrişê bigire."
Li gorî zanyariyan, yek ji dronan li nexweşxaneya kampê ketiye û karmendekî tenduristiyê yê nexweşxaneyê birîndar bûye.

Îranê Tengava Hurmuzê girt
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, Rojnews, AW

