Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Êrişên Artêşa Iranê yên li axa Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê didomin.
Li gor nûçeya Ajansa Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, Hêzên Bejayî yên serbi Artêşa Muhafizên Şoreşê bi mûşek û balafirên bêmirov yên kamîkazeyê êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku li Herêma Kurdistanê ye kiriye.
Tesnîmê êrîşên Îranê yên li dijî PAKê bi nûçeya ku Muhafizên Şoreşê "li dijî komên terorîstî rêze êrîşên nû” ragihandiye.
Ajansê gotiye: “Baregeha rêxistina terorîst a cudaxwaz a Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi mûşek û firokeyên kamikaze bûye armanc.”
Berpirsê Peywendiyên Medyaya Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lawk Xefûrî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek daye û ragihandiye ku “Îranê li bakurê Iraqê li dijî grûpên opozîsyona Îranê operasyonek li dar xistiye.” Xefûrî diyar kiriye ku baregehên muxalefetê yên li herêmên Degala yên li nêzî bajarokê Altunkopru ya Kerkûkê û nêzî Hewlêrê bi mûşekan bûne hedef.
Li gorî nûçeya Euronewsê, Berdevkê PAKê Halîl Nadrî gotiye, me tedbîrên xwe girtine û herêm paqij kiriye, ti ziyanên canî çênebûne.
Îranê herî dawî di 20ê Çiriya Paşiyê de bi mûşek û firokeyên bêfirokevan êrişî baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Komaleya Zehmetkêşên Şoreşgerên Kurdistana Îranê (Komele) yên li ser axa Herêma Kurdistanê kiribû.(SD/AY)