Desthilata Îranê nehiştiye ku cenazeyê derhêner Mensûr Kerîmeyanî li bajarê lê ji dayik bûye, li Sinê bê definkirin.
Mensûr Kerîmeyan di 26ê Kanûna Pêşiyê de ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Tirkiyeyê, miribû.
Piştî zanyariya mirina Kerîmeyanî, malbata wî di 30ê Kanûna Pêşiyê de çûbû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Liv ir merasîmek pêk hatibû û cenazeyê wê bi rêya bejahî biribûn Herêma Kurdistanê û ji wir jî derbasî Sinê bûbû.
Wê li Silêmaniyê bê definkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hêzên rejîma Îranê destûr nedaye ku malbat cenazeye Kerîmeyanî li Sinê defin bike. Bi qasî hefteyekê malbatê hewl daye, destûrê werbigirin lê dîsa jî nekarîbûn.
Piştî vê rewşê, malbatê biryar da ku cenazeyê Kerîmeyanî li Silêmaniyê defin bike. Ji bo wê, dê roja 7ê Kanûna Paşiyê li Goristana Şêx Ebasî merasîmek li dar bikeve.
Kerîmeyan di sala 1984an de ji dayik bûye. 20 sal in karê sînemayê dike. Du sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. (TY/FD)