Îranê, duh saet li derdora 23.30 deqîqeyan, bi mûşekan êrîşî Hewlerê kir. Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama êrîşan de karsazê kurd Pêşrew Dîzayî û pitika malbata Dîzayî ya çend mehî ya bi navê Jîna, karsazê iraqî Kenan Mîxaîl û 2 xebatkarên filipînî yên mala Dîzayiyan, mirine. Hevjîna Pêşrew Dîzayî û du zarokên wan jî birîndar in.
Li gorî medyaya Herêma Kurdistanê, Îranê 5 mûşekên balistik avêtine çendîn deverên Hewlêrê.
Cihên ku hatine bombebaran Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, li navçeyên Pîrzîn û Bineslawayê yên Hewlêrê ne.
Li gorî hin zanyariyan, di êrîşan de dron ango balafirên bêmirov jî hatine bikaranîn.
Supaya Pasdaran: Me êrîş pêk anî
Supaya Pasdaran a Îranê, piştî êrîşan, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wan êrîş pêk aniye. Supaya Pasdaran diyar kir ku wan “baregehên komên dijberên Îranê û sîxuran bi mûşekên balîstîk kirine hedef.”
Li gorî nûçeya Sahar TVyê ya Îranê, Supaya Pasdaran piştî vê daxuyaniyê, daxuyaniyeke din weşand û li wir jî diyar kir ku wan li Sûriyeyê li dijî hin xalên DAIŞê jî êrîş pêk anîne. Supaya Pasdaran ev êrîş weke bersiva êrîşên li bajarên Îranê Kirman û Raskê pêk hatine, ragihand: "Cihê kombûna fermande û endamên sereke têkildarî operasyonên terorîrstî yên vê dawiyê bi taybet DAIŞyê, li erdên dagirbûyî yên Sûriyê hatin nasîn û bi avêtina hin mûşekên balistîk hatin rûxandin."
Desteya Ewlehiyê: Ne rast e
Desteya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê piştî êrîşan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama êrîşan de 4 welatiyên sivîl mirine û 6 kes jî birîndar bûne.
Desteya Ewlehiyê, ji bo îdiayên Îranê jî got ku “derew in” û diyar kir ku “Pêwîst e Hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”
Pentagon: Ti bingeheke DYAyê nebûye hedef
Reutersê di nûçeyeke xwe de diyar kir ku du rayedarên DYAyê yên nexwestine navên wan aşkere bibin, gotine ti baregehên wan ên li Hewlêrê nebûye hedef.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo êrîşê got ku “serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bin pê dike” û ji Hikûmeta Federal helwesteke tund li beramberî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan bide.
Mesrûr Barzaniyî her weha ji civaka navnetewî jî xwest “li hemberî zordariya li ser xelkê Kurdistanê dengê xwe derbixe.”
(FD)