* Fotograf: IRNA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku wan bi mûşekên balistîk li baregeha hewayî ya Ayn el-Esedê û baregeha Hewlerê ya DYAyê daye.
Supaya Pasdaran diyar kiriye ku herî kêm bi 12 mûşekan êrîş birine ser baregehan.
Ajansên Îranî jî belav kirine ku êrîşa îşev di tolhildana kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê General Qasim Sulêymanî de hatiye destpêkirin.
Dewleta televizyonê ya Îranê ragihandiye ku di encama êrîşê de 80 leşkerên amerîkî mirine.
Li gorî nûçeya Rûdawê Ajansa Fars News a Îranî ku ser bi Supaya Pasdaran ve ye, dîmenên avêtina hejmarek mûşekan belav kiriye.
Têkildarî êrîşa mûşekî ya îşev, Supaya Pasdaran daxuyaniyeke 4 bendî belav kiriye û di bendeke vê de hişyarî daye welatên hevpeymanê Amerîkayê û welatên ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê lê hene, ku eger ji erdê wan ve êrîşî Îranê bê kirin, dê bibin armanca êrîşan.
Pentagon: Em encamên êrîşan dinirxînin
Piştî destpêkirina êrîşa Îranê a li dijî Amerîkayê, Jonathan Hoffman, Berdevkê Pentagonê diyar kiriye ku, “Li dijî êrîşên ku dibe Îran pêk bîne, Pentagonê hemû tedbîr standine û li ser nîşaneyên êrîşa Îranê li her du baregehan rewşa awarte hatibû îlankirin.”
Stephanie Grisham, Sekretera Çapemeniyê ya Koşka Sipî jî ragihandiye, Serokê Amerîkayê Donald Trump niha ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêriya rewşê dike.
Berdevkê Koşka Spî li ser twîtterê gotiye, ew agahdar bûne ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê ji aliyê Îranê ve rastî êrîşan hatine.
Berdevkê Koşka Spî destnîşan kiriye, wan zanyariyên têkildarî êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê yên li Iraqê dane Donald Trumpî.
Gef li Dubaî, Mîrnişînên Ereban û Îsraîlê jî xwariyê
Supaya Pasdaran a Îranê herwiha hişyarî da Îsraîlê û welatên hevpeymanê Amerîkayê û welatên ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê lê hene, ku eger ji erdê wan ve êrîşî Îranê bê kirin, dê bibin armanca êrîşan
Piştî êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser du binkeyên serbazî yên Amerîka û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê, Berdevkê Ofîsa Derve û Komonwels a Brîtanyayê ragihandiye, “Em ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û erkê me yê serekî parastina Brîtaniyan li Iraqê ye.”
Mûşekek li Berdereşê ketiye
Bi destpêşkirina êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê, mûşekek li qezaya Berdereşê ya Herêma Kurdistanê jî ketiye xwarê.
Peyamnêrê Rûdawê, Rence Cemalî li cihê bûyerê li Berdereşê ragihandiye, yek ji mûşekên Îranê li nêzîk Berdereşê ketiye xwarê, lê ti zirara wê nebûye û tenê şûşeyên çen dikan û malên nêzîk li cihê ketina mûşekê şikestine.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kiriye, ti binkeyên serbazî yên Amerîka û Hevpeymanan li qezaya Berdereşê nîne. (EKN/FD)
Çavkanî: BBC, AA, Sputnik, CNN, Rûdaw