Îranê asmanê xwe dîsa ji geştan re vekir
Li Îranê piştî bidawîbûna dema NOTAMê (agahdarkirina balafirvaniyê), asmanê welêt careke din ji bo geştan hat vekirin.
Di çarçoveya NOTAMa şeva borî de geştên hewayî hatibûn sînordarkirin û heta saet 06:30ê vê sibehê berdewam kir. Piştî vê demê qedexeya geştên hewayî rabû.
Piştî vekirina asmanê welêt, li herêma agahdarkirina firînê ya Tehranê gav bi gav asayîbûn çêbû û hat dîtin ku di firînên navneteweyî û herêmî de asmanê Îranê dîsa tê bikaranîn. Geştên hewayî li Îranê bi qasî 5 saetan qedexekirî bû.
HRANA: Di xwepêşandanên Îranê de 2 hezar 550 kes mirin e
Çi bûbû?
Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bêqîmetbûna pereyê Îranê û pirsgirêkên aborî li Çarşiya Mezin a Tehranê bi çalakiya esnafan dest pê kiribûn û paşê jî li gelek bajaran belav bûbûn.
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di rapora xwe ya 14ê Kanûna Paşîn de ragihandibû ku 2 hezar û 403 xwepêşander mirin e ku 12 ji wan zarokên di bin 18 saliyê de ne. Her weha di pevçûnan de 147 endamên hêzên ewlehiyê jî mirine. Di bûyeran de hezar û 134 kes birîndar bûne û 18 hezar û 434 kes hatine desteserkirin.
Her wiha înternet jî ji 9ê Kanûna Paşîn ve li seranserê welêt hatiye qutkirin.
(EMK/AY)
Çavkanî: Rûdaw, AA