Mehmet Bîrdal, Endamê Meclîsa Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriyê ji bo bazirganiyê çûye Îranê û li wir hatiye girtin. Wî welatî ji ber sedemên siyasî 16 sal cezayê girtîgehê li Bîrdalî biriye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye ku Dadgeha Cezê ya Makuyê bi îdiayên ku “endamê PKKyê ye”, “Hewl daye zirarê bide ewlehiya neteweyî ya Îranê” û “Çavkaniyên malî ji rêxistinên li dijî Îranê re peyda kiriye” ceza li Bîrdal biriye.
Hengawê aşkere kiriye ku Bîrdalê di Îlona 2021an de li bajarê Makûya girêdayî Ûrmiyeyê hatibû girtin, ji roja hatiye girtin û vir ve ji mafê xwe yê parêzeran bêpar maye û bi malbata xwe re hevdîtin nekiriye.
Li gor rêxistina Hengawê, beriya çend rojan dadgehîkirina Mehmet Birdal li şaxa 101 a Dadgeha Tawanan a Makoyê bi serokatiya dadwer Elemyar Irfanî hatiye lidarxistin û dadgehê ji ber çendîn tohmetan bi giştî 16 sal girtîgehê lê biriye.
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
(AY)