Fotograf: Ayetullah Ali Hamaney û Beşar Esad li Tahranê ne
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzadeyî di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye ku Tehran, operasyona leşkerî ya li welatên herêmê, qebûl nake.
Xetîbzadeyî gotiye: "Baştirîn rêya ku Tirkiye metirsiyên xwe ji holê rake ne operasyoneke nû ye lê diyalog e."
Wezareta Karûbarên Sûriyeyê jî duh daxuyaniyek weşandiye û êrîşên topavêj û SIHAyan yên Tirkiye li bakur rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, şermezar kiriye û gotiye ku Tirkiye "sûcên şerî" dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Wezareta Karûbarên Sûriyeyê destnîşan kiriye ku ew plana avakirina "herêmeke ewle" ya di nava xaka wan de weke rêgez napejirînin û ev êrîş him polîtîkaya paqijkirina etnîk û cografî ye û vê weke "sûcên şerî" binav kiriye.
Bersiv daye Erdoganî
Teheran Times, rojnameya ku bi ingilîzî weşanê dike û nêzîkî hikûmeta Îranê ye, di nûçeyeke xwe de gotiye, Îranê gefa destpêkirina operasyonekê ya li ser Sûriyeyê, bi zimanekî tund rexne kiriye û rêya diyalogê nîşanî wan daye. Li gorî vê nûçeyê, ev helwesta Îranê, weke bersivekê ye ji bo Recep Tayyîp Erdoganî ku îdia kiribû "Ji bo sînorê Tirkiyeyê yê başûr biparêze wê li Sûriyeyê operasyoneke nû ya leşkerî bidin destpêkirin."
Berdevkê Wezîrê Karûbarên Derve diyar kiriye ku Îran "Li dijî her cûre çalakiyên leşkerî û bikaranîna hêzê ya li nava xatên welatên din derdikeve" û "vî tiştî weke binpêkirina yekîtiya xakê û serweriya netewî ya van welatan qebûl dike."
Sûriye: Em ê bersiva êrîşên bejayî bidin
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û rayedarên din ên payebilind, diyar kiriye ku şam wê bi hemû rêbazên yasayî, bersiva êrîşên bejahî yên hêzên tirkan ên li bajarên bakur dewam dike bide.
Şamê her weha plana avakirina "herêma ewle" ya Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyeyê ava bike bi gotina "çalakiya kolonyalîst û êrîşkar" bi nav kiriye û ew qebûl nekiriye. (AEK/FD)