Serokê Dezgeha Dadweriya Eyaleta Kurdistana Iranê Husên Husenî ragihandiye ku bi tohmeta ku “gendeltî kirine” şaredar û çend rêveberên şaredariya Merîwanê hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya ajansa IRNAyê, Serokê Dezgeha Dadweriya Eyaleta Kurdistanê, Husên Husênî têkildarî desteserkirina şaredar û rêveberên şaredariya Merîwanê weha gotiye:
"Li gor lêkolînên ku heta niha hatine kirin, wan kesan li beranber girtina pereyan rê vekiriye ku li nava bajêr û hin taxên bajêr bê destûr û li dijqanûnî avahî bê çêkirin.”
“Wan kesan bi awayekî rasterast an jî nerasterast li gorî xala 100em a Komîsyona Şaredariyê li îhaleyên avahîsaziyê pere stendine."
Serokê Dezgeha Dadweriya Eyaleta Kurdistanê destnîşan kiriye ku ev dosya di qonaxa dawî ya lêkolînê de ye û got, "piştî ku kesên pêwendîdar û tometbar bên tespîtkirin, dê bi ji raya giştî re were parvekirin."
(AY)