Wezareta Navxweyî ya Îranê Abdulreza Rahmanî dîyar kiriye ku di protestoyan de 731 avahîyên bankayan û 140 avahîyên dewletê zarar dîtine.
Malpera dengeamerika.com ji Rahmanîyî daye zanîn ku li dijî 50 navendan polîsan êrîş li dar ketine û 70 îstasyonên petrolê hatine şewitandin.
Protestoyên li seranserê Îranê bi buhabûna benzînê destpê kiribûn.
Wezîrê Navxweyî amaje kir ku bi qasî 200,000 kes beşdarî protestoyan bûne.
Li gor daneyên Wezareta Navxweyî ‘’çend xwenîşander’’ hatine kuştin û pirtirê 1000 kes hatine desteserkirin.
Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) îdia kiribû ku di protestoyan de bi kêmî 143 xwenîşander hatine kuştin.
Karbidestên Îranê îdiaya wê rêxistinê red dikin.
Ji alîyê din ve Navenda Mafên Mirovan ya Îranê, ku li New Yorkê ye, ragihand ku bi qasî 4000 xwenîşander hatine desteserkirin.
Çi bûbû?
Rêxistina Navdewletî ya Efûyê (Amnesty International) 26ê Çiriya Paşiyê ragihandiye, herî kêm 143 kes di xwepêşandanên Îranê de hatine kuştin.
Di wê raporta xwe de Amnesty dibêje, piştî ku di 15ê vê mehê de xwepêşandan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û berpirsên Îranê biryar dan, ku rêkarên ewlekariyê tundtir bikin, herî kêm 143 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.
Amnesty di raporta xwe de diyar kiriye, ku li gor raportên piştrastkirî kesên hatine kuştin sivîl in û piraniya wan jî bi gulle hatine kuştin.
Di hefteya derbasbûyî de jî, wê rêxistina navdewletî ya mafên mirovan derbarê xwepêşandanên li Îranê de raportek belav kiribû û gotibû, raportên ku ji çavkaniyên piştrastkirî yên ji nav Îranê ve gihîştine wan, nîşan didin ku 106 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin, lê tekez kiribû ku egera zêdebûna hejmara kuştiyan heye.
“Dijminên me: Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdiyê”
Li Meydana Înqilaban a Tehranê, Serfermandarê Leşkerî yê Pasdaran, Huseyin Selamîyî gotiye:
“Me xwe girtiye... Lê heke dijminên me Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdiyê ji xetên me yên sor biborin em ê wan tine bikin.”
(MB)
Wêne: AA, Tehran
Çavkanî: VOA Kurdish, bianet arşîv