Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îranê, ji roja Înê ve hemwelatî zêdekirina bihayê petrolê protesto dikin.
Li gor nûçeyeka BBC Turkçeyê, dewleta Îranê li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn ku di xwenîşandanan de 12 kes mirine. Herweha hatiye ragihandin ku zêdetirî 200 kesan jî hatine desteserkirin.
Rûdaw: Li Kirmanşanê 16 kes mirine
Li gor nûçeyeka malpera Rûdawê, Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandiye ku di nava 2 rojên borî de termê 16 kesan gihaye nexweşxaneya Îmam Reza ya bajarê Kirmaşanê ku di xwepêşandanên li dijî giranbûna bihayê benzînê û rewşa xirab a aborî de beşdar bûne.
Tora Mafê Mirov a Kurdistanê daye xuyakirin ku nêzîkî 100 birîndaran jî birine nexweşxaneya Îmam Reza.
Tora mefên mirov ya Kurdistanê saziyeke sivîl e ku nûçeyên binpêkariyên mafê mirov li navçeyên Başûrê Rojhilatê Kurdistanê li parêzgehên Kirmaşan û Sine û Îlam belav dike. Sala 2014ê li Fransayê hatiye tomarkirin.
Dozgerê giştî yê Kirmaşanê di beyannameyekê de eşkere kir ku kesên ziyan gihandibin xelkê û kerta giştî dê bêne girtin û bi tohmeta “belavkirina gendeliyê li ser erdê” dê bêne dadgehkirin ku cezaya wan kesan jî lidardan û zindana heta hetayê ye.
Xwenîşandan dom dikin
Şeva borî li bajarên Bokan, Merîwan û Kirmaşan yê rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlekariyê teqe li xwepêşanderan kirine , li bokanê 4 kes hatin kuştin ku yek keç û yek jî jin bû.
Herweha li bajarên mezin yên Îranê weke Tehran, Isfehan,Şîraz, Ehwaz,Tewrêz , Bûşêhit û Meşhedê jî xwepêşandan berdewam in.
(EKN/MB)
Çavkanî: BBC, Rûdaw