Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) û Navenda Mafên Mirovan a Îranê ya Abdorrahman Boroumand di lêkolîna xwe ya hevpar de ragihandin ku piştî pêla dawî ya xwenîşandanan, cezayê darvekirinê li Îranê bûye yek ji amûrên sereke yên tepeserkirina muxalefetê.
Li gorî lêkolîna hevpar ku her du saziyan di 10ê Îlonê de belav kirine, rayedarên Îranê di heyama nêzîkî 5 mehan de di navbera 18ê Adarê û dawiya Tebaxê de bi kêmanî 59 mêr bi tohmetên nezelal û siyasî yên "ewlekariya neteweyî" darizandin û darvekirin. Ji wan herî kêm 29 kes ji ber xwenîşandanên Kanûna Pêşîna 2025 - Kanûna Paşîna 2026an û 3 kes jî ji ber xwenîşandanên 2022an ên "Jin, Jiyan, Azadî" hatibûn desteskirin. 5 kes li ber çavên gel hatin darvekirin.

32 welatan xwest ku Îran cezayê bidarvekirinê rawestîne
Lêkolînera piledar ya HRWyê ya Îranê Bahar Sabayê diyar kir ku rayedarên Îranê dixwazin bi van darvekirinan peyama "li kolanan bi guleyan ango piştî darizandinên formalîte darvekirina li ber çavên gel" bide. Lêkolîn derdixe holê ku beşeke girîng a darvekirinan li ser bingeha binpêkirinên mafê darizandina edil, îdîayên bi darê zorê û pêvajoyên darizandinê yên gelekî bilezkirî hatine kirin.
Di dozên xwenîşandanan de ku her du saziyan lêkolîn kirine, maweya di navbera desteserkirin û darvekirina tohmetbaran de carinan daketiye çend hefteyan.

HRANA: Îranê di meha Hezîranê de 127 kes darve kirin
Gulaşvanê neteweyî yê 19 salî Salih Muhammedî, nêzîkî 5 hefte piştî desteserkirina xwe hat darvekirin. Pêvajoya desteserkirin, darizandin û darvekirina Emir Huseyin Hatemi yê 18 salî 84 roj dewam kir. Sasan Azadvar Jonaqaniyê 21 salî jî di maweyeke kêmî 4 mehan de hat darvekirin. Di nav suçên li ser Jonaqani de şikandina camên wesayîteke polîsan a bi kevir û daran jî hebû.
Ji 29 dosyayên darvekirinê jê di 16an de bûyera kuştinê nîne
Di rapora HRW û Boroumand Centerê de hat destnîşan kirin ku di 16 ji 29 dosyayên darvekirinê yên bi protestoyan re têkildar de ti tohmeta kuştinê tune ye. Tevî vê yekê tohmetbar bi sûcên weke "serhildana li dijî Xwedê" (moharebeh) û "xirabkariya li ser rûyê erdê" (ifsad-fil-arz) ku rê li ber cezayê darvekirinê vedikin, hatine mehkûmkriin.

Li Îranê cezayê qedexekirina hevdîtinê li 10 girtiyên jin hat birîn
Di nav kesên hatine darvekirin de ciwanên ku bi zirardana malê dewletê, avêtina keviran, çêkirin ango veguhastina molotofan, ketina avahiyên dewletê an jî agirberdana wesayît û avahiyan hatibûn tohmetbarkirin hene. HRWyê bi bîr xist ku li gorî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan, li welatên ku cezayê darvekirinê lê tê sepandin, divê ev cezaya tenê bi "sûcên herî giran" ên ku kuştina bi zanebûn dihewînin re sînordar be.
“Îtirafên” bi îşkenceyê hatine girtin
Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku di hinek dosyayên bi cezayê darvekirinê encam bûne de li tohmetbar dane, rastî şoka elektrîkê hatine, bi darvekirinên sexte hatine tirsandin û di tecrîda demdirêj de hatine girtin.
Çavkaniyên ku lêkolîneran hevpeyvîn bi wan re kirine ragihandine ku rêbazên weke tecawiz, gefa êrişa zayendî li ser endamên malbatê, xewnedan û birçîhiştin hatine bikaranîn. Li gorî HRW û Boroumand Centerê, yekîneyên ewlehî û îstixbaratê van "îtirafên" bi van rêbazan hatine girtin di hinek dozan de wekî delîlê sereke yê sûc bikar anîne.

Rejîma Îranê 2 xwepêşanderên din bi darve kir
Tevî ku hin tohmetbaran li dadgehê gotinên xwe paşve kişandin û diyarkirin ku îtiraf di bin îşkenceyê de hatine girtin jî, hat ragihandin ku derbarê van îdîayan de lêpirsîn nehatiye vekirin. HRW diyar dike ku di biryarên dadgehê yên derbarê Saleh Mohammadi û Said Davudî de bi eşkereyî cîh hatine dayîn ku tohmetbaran li dadgehê gotine wan di bin îşkenceyê de îfade dane.
Ji 59 dosyayan jê 58 tohmetên nezelal li xwe digirin
Li gorî lêkolînê, ji 59 dosyeyan jê 58an de, cezayên mehkûmiyetê li ser tohmetên ku dikarin bi berfirehî bên şirovekirin ên weke "serhildana li dijî Xwedê", "xirabkariya li ser erdê", serhildana çekdarî, sîxurî ango "xebatên operasyonel li ser navê dewletên dijmin" hatine avakirin.
Hinek dozên darvekirinê li gorî qanûna "Girankirina Cezayên Sîxurî û Hevkariya ji bo Rejîma Siyonîst û Dewletên Dijmin" hatin pêkanîn ku di sala 2025'an de hatibû qebûlkirin. Li gorî HRWyê, qanûn piştî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de di Hezîrana 2025an de bi lez hat qebûlkirin.

Saziyên mafparêz ên Îranê: Rejîmê di salekê de 48 jin darve kiriye
Dosyaya Rahimi jî di raporê de ye
Lêkolîn, doza Qada Şuhada ya Îsfahanê ku van rojên dawî ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ve hatibû rojevê jî wekî yek ji mînakên vê tabloya sîstematîk digire dest.
Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê di vê dosyayê de, jinek jî di nav de 10 kes bi cezayê darvekirinê mehkûm kiribûn. Cezayê girtîgehê yên dirêj dabû 6 tohmetbarên din. Yek ji kesên ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn jî jina ciwan a bi navê Taraneh Rahimî bû û bi îşkenceyên giran re rûbirû mabû ku ji bo îtirafê gef lê hatibû xwarin ku dê tecawizê li xuşka wê ya cêwî Rominayê bikin.

Li Îranê di sala 2025an de 1500 kes hatine darvekirin
HRW û Abdorrahman Boroumand Centerê bang li dewletên endamên NYyê kirin ku zexta dîplomatîk li ser Îranê zêde bikin, li dijî kesên ji binpêkirinên giran ên weke îşkence û windakirina bi darê zorê berpirsiyar in gava pêwîst be desthilata dadwerî ya gerdûnî bikar bînin û dosyayên girtiyên ku di bin metirsiya darvekirina nêzîk de ne di rojevê de bihêlin.
Bi dehan kes di bin metirsiya darvekirina nêzîk de ne
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di dawiya Tîrmehê de ragihandibû ku komeke ji 60 kesî ku sê zarok jî di nav de ne di bin metirsiya îdamê de ne. Rêxistinên mafên mirovan ên Îranî jî aşkere kirin ku tenê di Girtîgeha Îsfahanê de zêdetirî 70 xwenîşander bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Li seranserî cîhanê 520 kesan ji Îranê xwest ku cezayên îdamê rawestîne
Li gorî HRWyê dibe ku hijmara rastî hîn bilindtir be. Qutkirina înternetê, zextên li ser malbatan û sûcdarkirina têkiliya bi rêxistinên mafên mirovan re rê li ber gihîştina gelek dosyayan ji bo raya giştî digire.
(AEK/AY)
