Îran: Di êrişên DYAyê de 11 kes mirin
Cîgirê Waliyê Xuzistanê, di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku di êrişa muşekî a ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) şeva borî li dijî sê herêmên eyaletê pêk anîye de 7 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûne.
Heyva Sor û medyaya fermî ya Îranê jî ragihand ku paşmayên mûşekeke DYAyê li bajarê Kuhestekê yê girêdayî bajarê Sîrîkê li nav dawetê ketine. Di vê bûyerê de 4 kes mirine ku yek ji wan zarok e û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku çar mûşek li herêmên Çabahar û Konarekê ketine, lê zirarên wan nehatine aşkerekirin.
Supaya Pasdarên bersiv da
Li gorî nûçeya Rûdawê, Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê ji bo bersivdana van êrişan, êrişên dijwar birin ser baregehên DYAyê yên li herêmê û gefa encamên “dijwar” xwarin.
Supaya Pasdaran ragihand ku wan li Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi mûşek û dronan baregehên DYAyê yên li Hewlêrê hedef girtine û navendeke çakkirinê, depo û alavên leşkerî têk şikandine.
Li Urdunê jî êriş birin ser du baregehên DYAyê. Artêşa Urdunê 10 mûşekên balîstîk li hewa têk şikandin, 3 mûşek jî li herêmên vala ketin.
Di heman demê de li Kuveyt û Behreynê jî êrişên bi dron û mûşekan birin ser baregehên hewayî yên DYAyê. Berdevkê Baregeha Navendî ya Hatemul Enbiya Îbrahîm Zulfîkarî diyar kir ku her welatê ku alîkariya artêşa DYAyê bike dê rastî bersiveke dijwartir û hilweşîner bibe.
Trump: Îran hewll dide vegere ser maseya danûstandinê
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku êrişên wan ên “mezin û bihêz”, bersivek e ji bo hewldanên Îranê yên danîna mayînan li Tengava Hurmuzê û êrişa bi heşt mûşekan a li ser baregehên wan ên leşkerî yên li Urdunê ku hemû hatine îmhakirin.
Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê nivîsand ku ew hewl nade Îranê neçarî vegera ser maseya danûsitandinan bike û pirsî: “Gelo gelê Îranê dê kengî serîhildin û şer bike?”
(FY/AY)