Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî hewildana derbekirinê, Halê Awarte hat îlankirin, ‘’hinek karên rêgirîyê dê bêne kirin, Zanîngeha Parastina Neteweyî dê bê çêkirin’’ û bi Biryarnameyên bi Hikmê Qanûnan, TSK(Hêzên Çekdar ên Tirkan) dê ji bingehê ve bê guhertin.
Hinek kes van guhertinan wek guhertinên ji bo sivîlbûn û demokratîkbûnê dibînin hinek jî vê yekê wek hewildana Recep Tayyîp Erdoganî ya ji bo komkirina hemî hêzê dibînin.
Dersdêrê Zanîngeha Yildiz Teknîkê, Doç. Dr. Evren Baltayî bersiv da pirsa me ya gelo artêş dikeve di destên sivîlan de an jî hewildanek e ku hêz hemî li yek navendê kom bibe.
‘’Hûn ê artêşeka zêde sîyasî çêbikin’’
‘’Heke hûn bixwazin artêşekê çêbikin ku xwe neke di nav karên sîyasetê de divê sivîl wan bi awayekê zelal û demokratîk kontrol bikin û ew sivîlên tên kontrolkirin jî divê bêne kontrolkirin.
‘’Em bêyî ku behsa vê birêvebiriya heyî bikîn ka em bipirsin: Hûn ji bo erkdarkirina fermandaran, biryarên wan û perwerdeya wan rola sîyasîyan zêde dikin, gelo hûn dikarin garantîya wê yekê bidin ku sîyasî dê bêalîyane û wek profesyonelan tev bigerin.
‘’Heke hûn nekarin vê yekê bikin hûn ê hûn ê îxtimala artêşeka sîyasîbûyî ranekin hûn ê berevajîyê wê bikin.
‘’Rewşa di şerî de diguhere’’
‘’Yek ji mijarên dî jî koordînasyon û ferqa pileyên leşkeran e.
‘’Hemî guhertin ji bo têkiliyên sivîl û leşkeran têne kirin lê divê li gor rewşa şerî guhertinên di artêşê de bêne kirin.(EKN/MB)