Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hakîme Kiliç, dêya Îpek E.yê ya ku li Qubîna Êlihê di encama tecawizkirina Mûsa O., çawişê Pispor de xwekuşt gotiye, “Heta ez sax bim ez ê xwediyê doza xwe bim. Ez ê dest ji canê xwe berdim lê dest ji vê dozê bernadim. Pişta wî bi çeka wî û dewletê xurt bû û ev tişt kirin.”
Hakîme Kiliç piştî Mûsa O. hate girtin û hate tehliyekirin, bi Jinnewsê re axivî ye û wiha gotiye:
“Ez ê dozê li dozger û dadweran vekim”
“Heta ez sax bim ez ê dest ji doza xwe bernedim. Ez ê bi van çavan bibinim ku ew mêrik wê were dadgehkirin û ceza lê bê birîn. Edalet nîne, heke heba serbest bernedidan. Ew çawa berdan? Ka edalet, ka hiqûq? Laşê wê ji ber çavê min naçe. Ez ê dozê li dozger û dadwerên ku ew serbest kirin vekim. Mafê wan nebû ku ev tişt anîn serê me. Îpek bi rojan li nexweşxaneyê li ber xwe da. Êdî ez nikarim li ber xwe bidim. Geh digirin geh berdidin. Ev edaleteke çawa ye? Ne bavê wî ne dêya wî li kesî negeriyan û negotin ‘em li ser navê kurê xwe lêborînê dixwazin’. Sersaxiya me nekirin. Zarokê xwe diparêzin. Dixwazin wî bêtawan nîşan bidin. Ez vê qebûl nakim, ez ê qebûl nekim. Îpek nemiriye, heta ku Îpek nebe ceza ji wî mêrikî re wê nemire. Îpek di gora xwe de ezab dikişîne. Ji bo ku Îpek rehet razê, çi ji destê min were ez ê bikim.
“Divê cezayê herî giran bidinê”
“Hiş û mejiyê min li ser dadgehkirina wî mêrikî ye. Tekane tişta ku wê dilê min sar bike cezakirina wî mêrikî ye. Fotografên wî li her deran diweşînin lê ev ne bes e. Divê cezayê heri giran bidine wî kesî. Ez ê qet efû nekim. Ma dadwer û dozger nînin ku cezayê heq kiriye lê bibirin?”
“Me ew cihê ku xuna wê lê ketiye paqij nekiriye”
Kilinçê bi van gotinan bertek nîşan daye: “Diviya bû ku Suleyman Soylu bibêje ‘we ev çawa berda’ û li dij derketa. Me odeya ku Îpekê gule bera xwe daye, ew cihê ku xwîn lê ketiye paqij nekiriye. Ez laşê Îpekê yê parçebûyî ji bîr nakim. Ez ê ji bîr nekim. Ma ji ber tu leşkerî tu dikarî tecawizî jinan bikî? Tu bi çi bawer dibî? Keça min ji tirsa newîrîbû tiştek bigota. Ez ê şopdarê vê dozê bim. Bila hemû Tirkiye û hemû cîhan vê bizanibin.”
“Em ê bedeng nemînin”
Fûat Er, bavê Îpekê jî gotiye ku “Em ê dest ji doza xwe bernedin. Heke îro bê girtin û sibê serbest bibe wê gavê em ê bêdeng nemînin.” (AO/FD)