Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya BTKê hatiye weşandin, îro danê sibê platforma medyaya civakî Instagramê hat astengkirin.
Engelliwebê jî daxuyaniyek da û tê de gotiye "Bi biryara Saziya Teknolojiyên Zanyarî û Ragihandinê ya 2ê Tebaxa 2024an ya bi jimareya 490.05.01.2024.-608903an Instagram hat astengkirin."
Hiqûqnas Yaman Akdenîz di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê ya li ser hesabê xwe yê Xê de wiha nivîsî:
“Em bi astengkirin û sansûra platforma Instagramê dest bi rojê dikin. Sedem jî ewlekariya netewî û parastina nîzama giştî ye.
Li Tirkiyeyê danê vê sibehê saet di 03.00an de bi biryareke îdarî Instagram ji aliyê BTKê ve hat astengkirin. Ev biryar an ji aliyê Serokomar an jî wezaretekê ve hat xwestin. Divê BTK biryarê bi dadweriyeke cezê û aştiyê bide pejirandin. Em dişopînin.
Sansûra ku li ser Instagram tê ferz kirin kêfî ye û tu carî nayê qebûlkirin. Divê tu dadger daxwazek wiha nepejirîne."
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun ji ber qedexekirina parvekirinên li ser kuştina Heniye Instagram şermezar kiribû.
(AS/AY)