Fotograf: Nadire Mater / bianet
Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan encamnameya konferansa xwe aşkere kiriye. Konferansa navborî di 8 û 9ê Çiriya Pêşiyê de li Stenbolê bi beşdariya nûnerên rêxistinên mafparêz, akademîsyen, lêkolîner, malbat û xizmên wan kesan ku tundkarî wan bûne re hatine ba hev.
Di encamnameyê de Înîsiyatîfê behsa mijarên di dema konferansê de hatine nîqaşkirin, kiriye û cih daye tespîtan.
Li gorî encamnameyê di konferansê de xalên ku derketine holê ev in:
Bêyî ku ferq û cudahiyê bixin navbera aliyan, divê li dijî hemû tundiyên li ser cenaze, goristan û bîrdariyan têkoşîneke hevpar bê dayîn û ji bo pêşîlêgirtina tundiyê jî rêyên çareseriyê bên dîtin.
Hewceye înîsiyatîf ne tenê di têkoşîna li dijî tundiya ser miriyan de bang li wijdana civakê bike, her wiha divê mijarê ji hêla zanist, hiqûq û exlaqê ve binirxîne û sedem û encamên vê tundiyê raxe ber çavan û nîqaş bike.
Ji bo ku bîra dîrokî zindî bimîne û pêvajoya hiqûqî baş were birêvebirin, divê bûyer bên tespîtkirin û bên arşîvkirin.
Ji bo ku înîsiyatîf xwe bigihîne derdoreke berfireh, divê xebatên baş li qadê bike û xwe birêxistin bike.
Divê di xebatên xwe de hem bi rêxistinên navxweyî û hem jî yên navneteweyî re bi hev re bixebite.
Di encamnameyê de hatiye destnîşankirin ku derbarê sazûmana înîsiyatîfê de hin nîqaş hatine kirin û piştî van nîqaşan biryar hatiye dayîn ku heta demeke din jî weke înîsiyatîf kar û barên xwe dewam bike: "Dê Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan di çarçoveya endamên konferansê de xebatên xwe bidomîne. Her wiha piştî encamên nîqaşan, dê di rojên pêş de avaniya sazûmaniyê jî bi raya giştî re parve bike." (FD)