Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Navenda Ewlekariya Sîberê ya Netewî ya Ingîltereyê (NCSC), Buroya Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI) û Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê duh daxuyaniyeke hevbeş belav kirin ku di dîroka wan de daxuyaniyên hevbeş gelekî kêm hatine belavkirin. Li gorî vê daxuyaniyê DYA û Ingiltereyê îdia dikin ku ihtimala êrîşa sîberê ya Rûsyayê di asta kurewî de heye.
Di daxuyaniya hevbeş de hatiye diyarkirin ku zanyarî di encama xebatê serwîsên istixbaratê de derketine holê. Hatiye îdiakirin ku hackerên ji Rûsyayê bêhtir ketine binesaziya tora înternetê û ev amadekarî jî ihtimala êrişeke sîberê dide xuyakirin.
Ciaran Martin rayedarê Navenda Ewlekariya Sîberê ya Netewî yê Ingîltereyê gotiye ku li hemberî têkoşîna helwesta êrîşkar a li ser înternetê ya ku Rûsya dike, ew di demeke krîtîk de ne. Ciaranî îdia kir ku dibe bi milyonan komputerên li cîhanê di hedefa êrîşên Rûsyayê de bin.
Rob Joyce Alîkarê Serokê Yekîneya Ewlekariya Sîberê yê Koşka Spî yê ku wê hefteya pêşiyê erka wî bi dawî bibe jî wiha got; ““Ev çekeke bi hêz e ya di destê dijmin de”.
“Dibe ku mîna êrîşa NotPetyayê be”
Ingîltere û DYA berpirsiyariya êrîşa sîberê ya bi navê NotPetyayê dixin stûyê Rûsyayê ku di sala 2017ê de çêbûbû. Di encama êrîşê de sîstemên komputeran hatibûn girtin û Ingîltere bi milyaran pound pare zerar kiribû. Lê Rûsyayê ev tohmet qebûl nekiribûn.
Dîsa tê îdakirin ku Rûsayê mudaxele li hilbijartinên serokatiyê yên li DYAyê kiriye. Hîna tê lêkolînkirin ku bê ka di navbera tîma kampanyayê ya Donald Trumpî û rayedarên Rûsî de heye yan na. (PT/FD)