Ingilîzstan biryar da ku ji Sûriyeyê wê zarokên endamên DEAŞê yên ku welatiyên wan e qebûl bike.
Wezîrê Karên Derva yê Ingilistanê Domînîc Raab der barê mijarê da daxuyanî da û wiha got:
"Me îmkanek da van zarokan. Biryara rast jî ev bû. Ev zarok bê guneh in û mexdûr in. Divê ev zarok tu carî nebûna şahidê şerê li wir."
Ji ber ewlehiya zarokan navê wan nehat eşkerekirin. Bi vê biryarê Ingilîstan cara ewil e welatiyên xwe yên ku endamên DEAŞê bûn qebûl dike.
60 zarok
Li kampên Sûriyeyê ji 5 salî biçûktir 60 zarokên ku welatiyên Ingîlîstanê ne dijîn.
Ingîlîstanê beriya vê ji ber hinceta 'ewlehiyê' vegera endamên DEAŞê û malbatên wan qebûl nedikir.
Beriya vê jî Fransa, Almanya, Norveç û Danîmarkayê qismekî zarokên êtîm ên endamên DEAŞê qebûl kiribûn.
(MB)
Çavkanî: Fatih Gazioğlu/ AA