Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Qada Galatasarayê çalakiyên Dayîkên Şemiyê 600 hefte ne didomîn. Ligel berxwedena li qadan ji bo diyarkirina aqubeta kesên windakirî di warê hiqûqê de jî têkoşîn didome ku berbirsyar bên dîtin û dadkirin.
Navenda Heqîqet, Edalet û Hafizayê 472 kes bi awayê cur be cur hatine revandin, binçavkirin û piştre ti agahî ji wan nehatine girtin. Li gorî wan agahiyan derbarê windakirina 296 kesan de 13 doz hatine vekirin. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) di encama 51 serlêdanên derbarê 102 kesan de biryar da ku Tirkiyeyê Rêziknameya Mafên Mirovan ya Ewropayê îxlal kiriye.
Cenazeyên 364 kesan hê jî bi dest neketine
Li gorî nexşeya gorên komî ku Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Amedê amade kiriye; heta niha 45 gorên komî hatine vekirin û tê îdiakirin ku hêj 303 gorên komî hene.
Li gorî agahiyên rapora ku Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Amedê û Navenda Heqîqet, Edalet û Hafizayê weşandine, me jî înfogradîkek çêkir.
(BK/YO)
Ji bo wêneyê mezin bitikîne