Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fraser Institute-yê rapora sala 2021ê ya “Azadiyên Ekonomîk” weşandiye. Rapor di encama xebateke du salan de pêk hatiye û “Îndeksa Azadiyên Ekonomîk” yên sala 2019an de jî pê re hatiye weşandin.
Di îndeksê de 165 welat hene. Tirkiye di sala 2018an de bi 6.60 pûanan di rêza 100an de bû. Di sala 2019an de pûanê wê bûye 6.54 û daketiye rêza 114an.
Komeleya Lêkolînên Azadiyê ev îndeks par ve kiriye û tê de tevlî polîtîka û saziyên welatan, azadiya wan a ekonomîk hatiye pîvan.
Ji bo îndeksê di hin xalan de nirxandin tê kirin ku ew jî ev in:
*Mezinahiya Gelemperî
*Sîstema Hiqûqê
*Mafên Samanan
*Pereyên Pêbawer
*Azadiya Bazirganiyê ya Navnetewî
*Mewzûat
Welatên ku di rêzên jor de ne
Welatên di rêzên jêr de ne
Tirkiye di Mezinahiya Gelemperî de bi 6.53, di Sîstema Hiqûqê û Mafên Samanan de bi 4.85, di Pereyên Pêbawer de bi 8.54, di Azadiya Bazirganiyê ya Navnetewî de bi 6.98, di Mewzûatê de bi 5.82 pûanan hatiye pîvan û li ser hev bi 6.54 pûanan hatiye nirxandin. Li gorî vê rewşê Tirkiye di nava 165 welatan de di rêza 114an de ye. (SO/FD)