Fotograf: AA - Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor pêşbîniyên heftane yên Imperial College of Londonê, li Tirkiyeyê dê şewba vîrusa Covid-19ê zêdetir belav bibe û wê hejmara miriyan jî zêde bibe. Her weha Imperial College of Londonê pêşbîniyên heftane yên derbarê virûsa Covîd-19ê de belav dike.
Imperial College of Londonê îro raporek belav kiriye û tê de pêşbîniyên xwe yên têkildarê Covîd-19ê eşkere kirine.
Li Tirkiyeyê rêjeya belavbûna virusa Covîd-19ê 2.81 e. Ger rêjeya belavbûna vîrusê li ser duyan be, en nişaneye ku dê vîrus zêdetir belav bibe. Ev jî Tirkiyeyê li gel İngilîstanê û Almanyayê dixe nava waletên ku di bin rîskê de ne.
Hejmara nexweşan li Tirkiyeyê
Li Tirkiyeyê di hefteya borî de hejmara nexweşan weke 16 hezar hatiye ragihandin. Li gor pêşbîniyên epîdemiyologên İmperial College of Londonê di heftaya borî de li Tirkiyeyê nêzîkî 199 hezar kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine. Ev jî 7.85 car zêdetirî hejmara ku Tirkiyeyê daye.
Mirovên zanistê yê Îngilistanê ji bo hefteya dihê jî li gor daneyên zanistî pêşbîniyên derbarê hejmara kesên ji ber virusa Covîd-19ê dimirin eşkere dikin.
Li gor pêşbîniyên kolejê di hefteya ku ji 5ê Nîsanê destpêdike de li DYAyê 10 hezar û 800, li Îngilistanê 13 hezar û 900 û li Tirkiyeyê jî 1650 kes ji ber vîrusa Covîd-19ê dimirin.
* Grafik: Short-term forecasts of COVID-19 deaths in multiple countries
(AY/FD)