Naruhitoyê Împaratorê 126emîn ê Japonyayê bi merasimê derket ser textê xwe yê "kasımpati"yê.
Li gor Kyodoya ajansa nûçeyan a Japonyayê, Naruhitoyê Împaratorê Japon li Tokyoyê di Qesra Împaratoriyê da bi merasimekê çûye ser textê împaratoriyê yê ”Takamikura"yê. Masakoya Împaratorîçeya Japonyayê jî çûye ser textê Miçoodaiyê.
Ji 190 welatî û ji saziyên navneteweyî nêzî 2 hezar kes beşdarî merasimê bûne. Ji Tirkiyeyê jî Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy beşdarî merasimê bûye.
Naruhitoyê 59 salî di merasimê da wiha gotiye, "Ez soz didim ku li gor makezagonê tevbigerim, weke sembola yekîtiya dewletê û gelê Japon ez ê berpirsiyariyên xwe bi cih bînim."
Hikûmeta Japon diyar kir, piştî ku Naruhito li ser text rûnişt, li tevahiya welêt seba 550 hezar girtiyan efû hat derxistin. Efû ji bo binpêkirinên trafîkê û hîleyên hilbijartinê ye.
Akihitoyê bavê wî dema ku di 1989an da derketibû ser text, seba 2 milyon û nîv mehkûman efû hatibû derxistin.
(MB)
*Çavkanî: İbrahim Atmaca |AA