Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdî Zeyrek, ji ber ku elektrîkê ew girtibû jiyana xwe ji dest da. Her weha cinazeya Zeyrek dê îro bi merasîmekê were veşartin.
Ji bo Zeyrek wê di saet 11:00an de li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê merasîmek fermî were lidarxistin. Piştî nimêja nîvroyê dê cenazeyê Zeyrek were binaxkirin.
Îmamoglû dixwaze beşdarî merasîma cenazeyê bibe
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzetê serokkomariyê yê CHPê Ekrem Îmamoglû, ku li Girtîgeha Marmarayê ya Silivriyê girtî ye, ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê serî li Wezareta Dadê da. Serlêdan bi rêya yek ji parêzerên wî, Mehmet Pehlîvan hate kirin.
Di daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku Îmamoglû bi Ferdî Zeyrek re hevaltiyek siyasî ya demdirêj hebû û weha hatiye gotin: "Beşdarbûna muwekîl a merasîmê ji ber nêzîkbûna wî ya kesane û berpirsiyariya wî ya siyasî pir girîng e." Her weha hat xwestin ku ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê destûr were dayîn.
Çi bûbû?
Di şeva 5ê Hezîranê de li malê elektrîkê bi Ferdî Zeyrek girt û giranî birîndar bû û her weha ew rakirin Nexweşxaneya Hafsa Sultan a Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê. Zeyrekê ku dilê wî sekinî bû, piştî mudaxeleya bi qasî 50 deqeyan ji jiyanê vegeriya. Lêbelê, piştî sê rojan di beşa lênêrîna giran de, roja Duşemê 9ê Hezîranê derdora saet 17:00an de jiyana xwe ji dest da.