Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekrem Îmamoglû, namzetê Rêkeftina Miletparêz, duh di hilbijartina ku hate nûkirin de li gorî encamên ne fermî weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatiye hilbijartin. Piştî encam diyar bûn, Îmamoglûyî li Qada Komarê ya navçeya Beylîkduzuyê derketiye pêşberî gel û axivî ye.
Îmamoglûyî bi van gotinan dest bi axavtina xwe kiriye: “Min gotibû wê hezkirin bi ser bikeve. Ez bextewer im ku hezkirin bi ser ket. Ez gelekî ji mirovên welatî hez dikim. Ne girîng e ku kî ye. Hemû pêşdarazan hilweşînin, hilweşînin. Hemû pêşdarazên di hişên xwe de hilweşînin. Jiyan, şêwe, cil û bergê ti kesî me eleqedar nake. Em hatine ku hemû kesan himbêz bikin”.
Di dema axavtinê de Canan Kaftancioglû, Seroka Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê, Bûgra Kavûncû, Serokê Partiya İYİyê yê Stenbolê û hin şaredar jî li gel Îmamoglûyî bûne.
Di hilbijartinê de 4 milyon û 741 hezar û 868 kesan dengên xwe dane Îmamoglûyî ku ev jî dike ji sedî 54,21ê dengan.
“Gotineke bi navê kêmar nîne”
Îmamoglû di axavtina xwe de ev tişt gotine:
“Em hatin li vî bajarî, çi elewî be çi sînî, her kesên ku rêzê ji baweriyan re nîşan didin, ji bo pêşketina vî welatî, vî bajarî aqil û zanistê tercîh dikin, himbêz bikin. Li vî bajarî gotineke bi navê kêmar nîne. Em ê li vî bajarî, rûman, ermeniyan, suryaniyan, cihûyan, herkesî himbêz bikin.
“Em ê li vî bajarî demokrasiyê ava bikin, dadê ava bikin. Ez sond dixwim ku li vî bajarî em ê dahatûyê ava bikin.
“Siyaset cihê xizmetguzariyê ye”
“Dema ez bi siyasetê re mijûl dibim, malbata min wê tenê alîkariya min bike. Siyaset qada xizmetguzariyê ye, qada wezîfeyê ye. Em ê xizmetê bikin”.
Îmamoglûyî spasiyên xwe pêşkeşî Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê, Meral Akşener, Seroka Giştî ya İYİ Partiyê û serokên her dû bajaran ên Stenbolê kiriye û wiha axivî ye:
“Ez spasiyên xwe pêşkeşî rêkeftina Stenbolê dikim. Di nava wê de her kes heye.
“Rêhevalên min, dilxwaz hene. Xwişk û birayên min ên HDPyî hene. Xwişk û birayên min ên AKPyî, MHPyî, yên ji Partiya Saadetê hene. Bajariyên min ên Partiya Demokrat, DSP, Partiya Yekîtiya Mezin…” (TP/FD)