Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Karkirinê ya Navneteweyî (ILO) diyar kiriye ku erdhejên navenda wan Mereş bûye bandor li gelek beşên kar û kargehên li Tirkiye û Sûriyeyê kiriye. Her weha rêxistina ji bo bi sed hezaran xebatkarên li van welatan banga "piştgiriya lezgîn" kiriye.
Rêxistina Karkirinê ya Navneteweyî aşkere kiriye ku ger piştgiriyê nedin herêmên erdhejê yên li Sûriyê û Tirkiyeyê wê hejarî, karkirina nefermî û karkeriya zarokan zêde bibe.
Li gorî daneyên destpêkê yên têkildarî Tirkiyeyê, ji ber erdhejê 658 hezar xebatkarî çavkaniyên dahatên xwe ji dest dane û zêdeyî 150 hezar cihên kar jî têk çûye û nikarin bên bikaranîn.
Li Tirkiyeyê zêdetirî 4 milyon karker li bajarên ku erdhej lê çêbûye dijîn. Piraniya wan di çandinî, pîşesazî, bazirganî û beşên xizmetên din de dixebitîn.
Li Sûriyeyê 170 hezar karker bêkar mane
Li Sûriyeyê ji ber erdhejê nêzî 170 hezar karkeran karên xwe ji dest dane. Vê rewşê jî bandor li 154 hezar malan û zêdetirî 725 hezar kesan kiriye.
Her weha derdora 35 hezar kargehên piçûk û mezin zirar dîtîye.
Ji sedî 42.4ê serjimêriya Sûriyê li Heleb, Hama, Îdlib, Laziqiye û Tertûsê dijîn, ku pênc bajarên herî zêde zirar dîtine ye.
(HA/AY)